Rojnameyên erebî: Rûsya ji bo nêzîkbûna bi Tirkiyeyê re zextê li Şamê dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa serdana Beşar Esed a ji Rûsyayê re, têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya ji bo nêzîkbûna bi Tirkiyeyê re zextê li Şamê dike
15 adar, 2023   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Serokê Sûriyeyê Beşar Esed duh serdana Moskovê kir û ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ve hat pêşwazîkirin. Tê texmînkirin ku serdana Esed bi hevdîtina bi serok Vladimîr Pûtîn re tacîdar bibe ku di hevdîtinê de her du alî behsa hewldanên Rûsyayê yên nêzîkkirina Şam-Eqnereyê û anîna cem hev a Erdogan-Esed, nîqaş bikin.

Moskovê hewldanên xwe yên ji bo derbaskirina astengiyên Şamê li pêş normalîzekirinê bi Enqereyê re danîne, zêde kirin. Ev serdan di demekê de tê kirin ku hewldanên lidarxistina civîna cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Sûriyeyê û Tirkiyeyê tê kirin. Di heman demê de Rûsyayê hewl da vê civînê heta piştî civîna Rûsya-Sûriyeyê taloq bike.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Moskovê ji Şerq El Ewset re got Sûriye hîna bi mentiqê serkeftî nêz dibe û pêdiviya gavên erênî ji bo çareseriyê bi israr paşguh dike.

Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Rûsyayê jî li gorî çavkaniyên Sûriyeyê ragihand ku hin daxwazên Şamê hene ku dixwaze beriya diyarkirina dema civînê ya fermî pêk bîne.

'BERIYA TÊKÇÛNA MOSKOVÊ DI ŞERÊ UKRAYNAYÊ DE, TIRKIYE HEWL DIDE TÊKILIYÊN XWE PÊ RE QUT BIKE'

Rojnameya El Ereb jî di hejmara xwe ya îro de cih da têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê û wiha nivîsî: “Şîrketa alavên eleketronîk a leşkerî ya Tirkiyeyê daxuyand ku dibe pêwîstiya Tirkiyeyê bi moşekên S-400 ên Rûsyayê nebe ku xwe pê biparêze, ji ber alavên wê yên xwecih bi pêş dikevin û dikarin di parastinê de bi kêr werin. Ev yek wek peyamekê ji amerîkiyan re bû ku dijberî peymana moşekên Rûsyayê ne.

Ji daxuyaniyê diyar dibe ku di helwesta serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li hember Rûsyayê û serokê wê Pûtîn de, guhertin çêbûye ku Erdogan her demê Pûtîn wek dost û hevalbendê xwe bi nav dikir. Lê diyar e ku Enqere êdî dixwaze valahiya di navbera xwe û Washingtonê de derbas bike, nexasim ku mutemel e ku Moskov di şerê Ukraynayê de têk biçe.”

‘LÎBYA; JI BO BIDAWÎKIRINA PARÇEBÛNÊ ÇARÇOVEYA ŞÊWIRAN TÊ BERFIREHKIRIN’

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Lîbyayê de wiha nivîsî: “Hemwextî nêzîkbûna aliyên siyasî yên dijber ên Lîbyayê ya têkildarî mijarên sereke û di serî de bingeha destûrê û dema hilbijartinan, êdî nîşaneyên însiyatîfa nûnerê navneteweyî yê Lîbyayê Ebdullah Batîlî diyar dibin.

Li gorî agahiyên rojnameyê bi dest xistine, Batîlî dê bi xwe endamên tîma payebilind hilnabijêre, lê belê dê ji hêzên aktîf ên li welat daxwaz bike ku nûnerên xwe hilbijêrin.

Batîlî ji bajarê Benxazî dest bi eşkerekirina însiyatîfa xwe kir. Ew yek di hevdîtinên li gel rayedarên payebilind de û bi rêya daxuyaniyên li ser Twitterê pêk hat.

Li gorî hin derdorên Lîbyayê yên agahdar, li gorî însiyatîfa nûnerê navneteweyî dê aliyên dijber hevdîtinên yekser li dar bixin, her wiha dê amadekariyên hevdîtineke nû di navbera serokê Meclisa Nûneran Eqîla Salih û serokê Meclisa Dewletê Xalid El Muşerî û serokên partiyan de, bê kirin.”

(fr/cx)