Metirsî heye ku Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ji xizmetê derkeve

Di encama dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şêxmqsûd û Eşrefiyê de, derman, alavên tenduristiyê û sotemenî li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kêm in û eger ev rewş dirêjtir bike, dibe ku nexweşxane ji xizmetê derkeve.

Metirsî heye ku Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ji xizmetê derkeve
15 adar, 2023   05:55
HELEB

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve dorpêçek giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike û nahêle xurdemenî û sotemenî derbasî her du taxan bibin. Wê yekê bandor li tevahî aliyên jiyanê kir, nexasim jî li dijî sektora tenduristiyê ku ji Tebaxa 2022′yan ve hatiye girankirin.

Hevserokê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Osman Şêx Îsa li ser mijarê wiha got: "Ji zêdetirî 5 salan ve taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêçkirî ne û ya herî zêde zirar dîtiye, sektora tenduristiyê ye, bi taybet jî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir."

Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir yekane nexweşxaneya li her du taxan e ku hejmara wan 200 hezar niştecih e.

Ji 7 rojan ve 25 kamyonên alîkariyê li deriyê Tayhe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de sekinîne, da ku derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin, lê hikumeta Şamê nahêle derbas bibe.

Şêx Îsa li ser rewşa nexweşxaneyê ev tişt got: "Nexweşxane dibistan bû û bû nexweşxane. Bi beşên xwe yên hundirîn, zarok, jin, nojdariya giştî, urolojî, dil, norolojî, labûratuar, radyolojî xizmetî welatiyên li taxê û derveyî wê dikir. Lê niha nikare xizmetê bike."

Şêx Îsa têkildarî pêdiviya nexweşxaneyê ev tişt anî ziman: "Pêdiviya nexweşxaneyê bi derman û alavên tibî hene û li gel dorpêçê dibe ku ji xizmetê derkeve."

Şêx Îsa diyar kir ku ji ber dorpêçê derman têrê nakin û piştî karesata erdhejê û zêdebûna hejmara nexweşan, pêdiviya nexweşxaneyê bi alav û dermanan heye, da ku xizmeta şêniyan bike.

Di dawiyê de Şêx Îsa li ser alîkariyên navneteweyî yên piştî erdhejê gihaştine her du taxan got Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parên xwe ji wan alîkariyan wernegirtine.

(fr)

ANHA