Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjekarek û lêkolînerekî xelat kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjevan û helbestvan Fewziyê El Mirî û lêkolînerê zanista arkolojiyê Mihemed El Izo ji ber sekna wan a li rex civakê û pêşxistina wê xelat kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjekarek û lêkolînerekî xelat kir
14 adar, 2023   15:23
REQA

Hevserokê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef El Fehid, şêx û rûspiyên eşîran, endamên Yekitiya Rewşenbîran, endamên Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê û gelek helbestvan û nivîskarên Reqayê li şahiya xelatkirinê hazir bûn ku li hola navenda çandê ya Reqayê hatiye Iidarxisitin.

Hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef El Fehid axivî û got:" Em wêje, huner, lêkolîn û çandê xelat dikin, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî wêjevan, lêkolîner û rewşenbîrên xwe, di şexsa wêjevan Fewziyê El Mirî û lêkolîner Mihemed El Izo de xelat dikin."

El Fehid di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ev xelat wê bibe navnîşana destpêkirin qonaxeke nû ya wêje, çand û hunerê li Reqayê.

Hevserokatiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjevan û helbestvan Fewziyê El Mirî û lêkolîner Mihemed El Izo xelat kir.

Paşê helbestvan Ibrahîm El Metrod helbestek xwend û diyarî Fewziyê El Mirî û Mihemed El Izo kir.

(dm/şx)

ANHA