​​​​​​​Ji bo şehîd Qehreman Qamişlo merasîma sersaxiyê

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê sersaxî da malbata şervanê QSD’ê Qehreman Qamişlo ku 4`ê Adarê şehîd bibû û duh bi merasîmek girseyî hatibû oxirkirin.

​​​​​​​Ji bo şehîd Qehreman Qamişlo merasîma sersaxiyê
14 adar, 2023   12:08
QAMIŞLO

Şervanê QSD’ê Îmad Îbrahîm (Qehreman Qamişlo) di 4’ê Adarê de li Hesekê dema perwerdeya leşkerî didît di encama qezayekê de şehîd bibû û duh li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hatibû oxirkirin.

Ji bo sersaxiya malbata şehîd Qehreman, bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) berê xwe da gundê Pêtinê ku konê sersaxiyê li wir hatibû vedan.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Maclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Elî Dawûd axivî û sersaxi ji malbata şehîd re xwest.

Elî Dawûd, axaftina şehîd tevgera azadiyê ya Kurdistanê Mazlûm Dogan a “Berxwedan Jiyan e” bi bîr xist û diyar kir ku şopdarên rêya şehîd Mazlûm Dogan ên mîna şehîd Qehremanan li gorî fikr û ramanê Rêber Abdullah Ocalan, bi rihekî fedaî, ji bo jiyanek azad û wekhev li ber xwe da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê jî Berxwedan Amûdê axivî û di kesayeta şehîd Qehreman de tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn. Berxwedan Amûdê behsa lehengiya şehîd Qehreman kir û got: “Rêhevalê me Qehreman bi mêrxwasî li hember çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û di gelek pêngavên rizgarkirinê de cih girt. Em ê heta dawiyê li ser rêya şehîd Qerheman bin, em çeka wî li erdê nehêlin.”

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Amûdê jî Adil Mele Emîn sersaxî da malbata şehîd Qehreman û bi van gotinan bal kişand ser wate û girîngiya meha Adarê: “Adar meha tekoşîn û berxwedanê ye, meha Mazlûm Dogan e. Em ê berxwedana xwe li ser xeta şehîdan mezintir bikin, ji bo ku em hêjayî tekoşîna şehîdên xwe bin.”

Rêheval û kurapê şehîd Qehreman, Hejar Seed Îbrahîm jî axivî û soza da ku ew ê çeka rêhevalê xwe û şehîd malbatê li erdê nehêlin.

Merasîma sersaxiyê bi tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(dg/cx)

ANHA