​​​​​​​Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangehek hate vekirin

Xwendekarên Kampa Koçberên Girê Spî ji bo bîranîna xwendekar Mîrkan û ji bo balê bikişînin ser êşên koçberan pêşangeheke wêneyan li dar xist.

​​​​​​​Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangehek hate vekirin
14 adar, 2023   12:19
EYN ÎSA

Rêveberiya Dibistanên Kampa Koçberên Girê Spî ji bo bîranîna xwendekar Mîrkan Ehmed Qadir pêşangehek li dar xist. Mîrkan Ehmed di 20′ê Çileyê de ji ber şewata kon, jiyana xwe ji dest da û 10 xwendekarên din tevî mamosteyê refê birîndar bûn.

Di pêşangeha li Dibistana Şehîd Rebîe Îsmaîl a li kampê de hatiye lidarxistin, bi dehan malbatên xwendekaran, rêveberên kampê û şandeyeke Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê beşdar bûn.

Di pêşangehê de wêneyên Mîrkan û wêneyên mafên jiyanê derdibirînin ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker û dagirkirina herêma Girê Spî de mehrûm bûne, hebûn. Her wiha peykerên li ser jiyana gundan a ewle û aram a beriya dagirkirinê jî hebûn.

Piştî wê helbest li ser Mîrkan hatin gotin û tê de dewama berxwedanê ruxmî êşên koçberî û trajediyên ji ber dewleta Tirk a dagirker hatin nîşandan.

(fr)

ANHA