​​​​​​​Li Dêrazorê dewreya destwerdana lezgîn

Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dewreyeke destwerdana lezgîn ji ciwanan re vekir.

​​​​​​​Li Dêrazorê dewreya destwerdana lezgîn
14 adar, 2023   13:44
DÊRAZOR

Yekitiyê Jinên Ciwan bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li navenda yekitiyê ya herêma Sawa ya rojavayê Dêrazorê dewreya destwerdana lezgîn vekir. 40 ciwanên jin ji 18 heta 27 saliyê tev li dewreyê bûn.

Armanca yekitiyê ji vekirina mîna van dewreyan, têgihiştina tenduristiyê ya ciwanan xurttir bike, da ku di rewşên awarte de amade bin.

Perwerde wê 25 rojan dewam bike. Ciwanên tev li dewreyê bûne wê waneyên teorîk û pratîk yên dayîna derziyê, dan û standina bi şewatan re, pîvana pestîna xwînê û germahiyê, rewşên şikestinê û rêbazên dan û standina bi wan rewşan re bistînin.

Li gorî çavdêrên dewreyê dê di dawiya dewreyê de Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bawernameyan bide ciwanan û derfetê li pêş wan veke ku di navendên tenduristiyê de bixebitin.

Yekitiya Jinên Ciwan dewreyên perwerdeyê, li ser dirûtin, kompîter, destwerdanên lezgîn, dewreyên bîrdozî li piranî gundewarên Dêrazorê vekirin.

(fr)

ANHA