Gelo dê civîna çaralî pêk were?

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker dema civîna çaralî ya têkildarî Sûriyeyê diyar kir. Lê belê şertên kevn-nû yên hikumeta Şamê bi taybetî şertê derketina hêzên dewleta Tirk a dagirker ji axa Sûriyeyê, dîsa derketin pêş. Gelo di rewşek wiha de pêkane ku civîna çaralî bê lidarxistin?

Gelo dê civîna çaralî pêk were?
14 adar, 2023   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya dewleta Tirk a dagirker ragihand ku dê cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û hikumeta Şamê 15 û 16ʹê Adarê li Moskovayê bicivin.

Çavkaniyên taybet ji tora Meyadîn re gotin ku Şam ji bo ku tev li civînê bibe li benda wergirtina garantiyan e.

Rojnameya El Wetan a girêdayî hikumeta Şamê jî li ser zimanê çavkaniyan got "Hîna detayên civînê zelal nebûne. Ji wê zêdetir Sûriye hîna bi helwesta xwe ve girêdayî ye ku li beramberî beşdarbûna her hevdîtineke siyasî li ser maseyeke diyalgan a bi Tirkiyeyê re divê garantiya vekişina Tirkiye ji xaka wê bi dest bixe."

Ji civîna çapemeniyê ya hevbeş a di navbera Feysel Miqdad û hempîşeyê wî Îranê Hisên Emîr Ebdullehiyan a şeva Îna derbasbûyî de diyar bû ku hikumeta Şamê ji bo tevlêbûna civîna çaralî hîna tu garantiyên têrker bi dest nexistiye.

Hikumeta Şamê têkildarî pabendîbûna Tirkiye bi derketina ji tevahî xaka Sûriye û rawestina desteka xwe bi komên çete re grantiyan ji Rûsya û Îranê dixwaze.

Dibe ku civîna çaralî were paşxistin. Beriya niha jî civînên din ên wekî axaftina dewleta Tirk a dagirker a li ser civîna wezîrên karên derve yên Şamê, Tirkiye û Rûsya li Moskov û paşê Ebû Debî hatin belatkirin. Eşkere bû ku ev axaftin tenê pêşniyar in û di bingeh de nehatin nîqaşkirin.

(bb)