Hikumeta Şamê zirarê dide mexdûran

Hikumeta Şamê mexdûrên erdhejê yên li Helebê ji alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd, xelkê Silêmaniyê û alîkariyên navneteweyî mehrûm dike.

Hikumeta Şamê zirarê dide mexdûran
14 adar, 2023   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev 7 roj e hikumeta Şamê nahêle alîkariyên mirovî yên xelkê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji mexdûrên erdhejê re şandine, bigihêjin mexdûran.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6′ê Adarê de beşek ji alîkariyên mirovî ku ji 25 kemyonan pêk hat, wergirt. Piştî wergirtinê, alîkarî ber bi deriyê Tayihe yê di navbera Minbic û herêmên hikumeta Şamê de hatin şandina ku ji wir jî bişînin Helebê.

Mîna her carê hikumeta Şamê rê nede ku alîkariyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Heleb, kantona Şehba û Efrînê hatine şandin, bigihêjin wan herêman. Bi wê yekê, ev cara sêyemîn e ku Şam derbaskirina alîkariyan asteng dike.

Hikumeta Şamê di 8′ê Sibatê de derbaskirina alîkariyan 9 rojan asteng kir, bi wê re êşa mexdûran girantir bû. Şamê alîkariyên Heyva Sor a Kurd jî 13 rojan asteng kirin.

Hikumeta Şamê dest danî ser nîvê alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ên 15′ê Sibatê ji mexdûrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Şehbayê yên Helebê re şandine. Alîkarî ji 100 tankarên sotemeniyê pêk dihatin.

Raporên navneteweyî û hiqûqî jî astengkirina derbaskirina alîkariyan ji herêmên erdhejê yên Sûriyeyê re ji aliyê hikumeta Şamê ve, piştrast kirin. Herî dawî serokê Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya taybet bi Sûriyeyê Paolo Pinheiro di 13′yê Adarê de got, "Di demekê de ku xebatên ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê ji aliyê Sûriyeyan bi xwe ve dewam dikirin, hikumetê û civaka navneteweyî û di nav de NY′yê derbaskirina alîkariyan ji bakurê rojavayê Sûriyeyê re asteng kir."

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, hikumeta Şamê ji bo derbaskirina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê yên li Şêmeqsûd, Eşrefiyê, Şehba û Efrînê re şert daniye ku rêjeyekê ji alîkariyan werbigire.

Bi hezaran kesên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Şehba û Efrînê êşên bandorên erdhejê dikişînin. Heta niha bi dehan malbat li derve dimînin, her wiha bi sedan malbatên ji herdu taxan yên ku malên wan wêran bûne, berê xwe da kampên li Şehbayê.

Tê çaverêkirin ku Rêveberiya Xweser têkildarî berdewamkirina astengkirina derbasbûna alîkariyên xelkê Silêmaniyê ji aliyê hikumeta Şamê ve, daxuyaniyekê bide.

(fr/cx)

ANHA