​​​​​​​Civîna çaralî ya li Moskovê rojeva rojnameyên erebî yên îro bû

Rojnameyên erebî yên îro behsa civîna çaralî ya têkildarî Sûriyeyê ya li Moskovê, bandora lihevkirina Îran-Erebistana Siûdî li ser krîza Lubnanê û rewaşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Civîna çaralî ya li Moskovê rojeva rojnameyên erebî yên îro bû
14 adar, 2023   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Enqereyê duh ragihand ku dê civîna amadekariyê ya cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê 15-16’ê Adarê li Moskovê li dar bikeve, da ku têkiliyên normalîzekirinê yên di navbera rejîmên Sûriye û Tirkiyeyê de werin nîqaşkirin ku piştre civîna wezîrên karên derve yên wan çar dewletan li dar bikeve.

Li ser vê yekê dezgehên çapemeniyê yên nêzî rejîma Sûriyeyê da zanîn ku civîn dê di dema xwe de li dar nakeve ku wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihandiye. Ji ber ku hîna Şamê tu garantiyên ji bo pêkanîna têkiliyan bi Enqereyê re wernegirtine. Tê texmînkirin ku heta rejîma Sûriyeyê wan garantiyan wernegire, civîn li dar nakeve ku mijareke girîng ji wan, vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê ye.

Ji dema nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û rejîma El Esed de hatiye ragihandin, li herêmên di bin serweriya muxalefeta Sûriyeyê de xwepêşandanên girseyî hene."

′GELO PIŞTÎ LIHEVKIRINA EREBISTANA SIÛDÎ-ÎRANÊ KRÎZA LUBNANÊ DÊ ÇARESER BIBE?′

Li ser bandora lihevkirina Erebistana Siûdî-Îranê ya li ser krîza Lubnanê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Texmîna ku pirsgirêka valahiya serokatiya Lubnanê doza hevsengiyên herêmî û navneteweyî ne û bi hevrikiya di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de girêdayî ye, teşwîq dike ku ev pirsgirêk piştî lihevkirinê dikare were çareserkirin. Bi taybet jî piştî daxuyaniyên siyasetmedar û berpirsên Lubnanê, nemaze ya serokwezîr Necîb Mîqatî.

Lê gelek çavdêran got dem hîna zû ye ku bê gotin têkiliyên di navbera Riyad û Tehranê de baş in û dê bandoreke erênî li Lubnanê bikin.

Her wiha pêşbîna ku hevrikî vegere hevkariyekê, hîna zêde geşbîn e. Ji ber ku Îran dev ji serweriya xwe ya li Lubnanê bernade, Hizbullah jî dev ji şertên xwe bernade û desteka xwe ji hevalbendê xwe Silêman Firenciye nakişîne. Li hember jî Riyad li ser veguherîna ber bi aliyekî di nakokiyên Lubnanê de dûr e, ruxmî ku desteka veşartî dide tevgerên muxalîf ên xiristiyan û sunnî.

Serokê Meclisa Nûneran Nebîh Berî li ser lihevkirina Siûdî-Îranê got ew derfeteke baş ji bo Lubnanê ye û banga sûdgirtinê kir ku ev yek ber bi lihevkirin û diyaloga di navbera hêzên siyasî de biçe, da ku krîza serokatiya Lubnanê bi dawî bibe."

′ÎNSIYATÎFÊN LI LÎBYAYÊ GAVÊN BER BI ÇARESERÎ YAN JÎ RAGEŞIYÊ VE NE?′

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: “Nûnertiya navneteweyî di vê dawiyê de însiyatîfeke nû ya çareserkirina krîza Lîbyayê ragihand û banga lihevkirinê li ser bingeheke destûrî ya pêkanîna tedbîrên lidarxistina hilbijartinan beriya dawiya Hezîrana bê, kir. Li ser wê însiyatîfê gelek gumanên di aktîfbûna wê de li gel rewşa heyî ya zêdetirî 12 salan çêbûn. Şêwirmendê ragihandinê yê serokatiya Meclisa Nûneran a Lîbyayê da zanîn daxuyaniyên Batilî çewt in, ji ber ku Meclisa Nûneran qanûnên hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê danîne û li ser guhartina destûra 13′yemîn erê kir û biryar da ku gelê Lîbyayê serokê xwe bi xwe hildibijêre.

Naveroka însiyatîfê ku nûnerê navneteweyî yê taybet ê Lîbyayê Ebdullah Batilî ragihandiye, ew e ku xebat li ser firehkirina bingeha hevbeş û şêwirên herêmî were kirin da ku xwe bigihînin bingeheke destûrî ya birêxistinkirî ji hilbijartinan re û mijar ne tenê di destê du aliyan (Meclisa Dewletê û Meclisa Nûneran) de be. Nûnerê navneteweyî her du meclis li hember gelê Lîbyayê berpirsyar girtin."

(fr)