Di êrişa Îsraîlê de 3 kes mirin û 2 birîndar bûn

Îsraîlê nuqteyên li gundewarên Tartûs û Hemayê bombebaran kirin, di encamê de 3 kes mirin û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê de 3 kes mirin û 2 birîndar bûn
12 adar, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku di encama bombebarankirina nuqteyên li gundewarên Tartûs û Hemayê de ji hêla Îsraîlê ve efserekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.

Li gorî SOHR′ê, Îsraîlê depoya çekan a komên Îranê ya li rojavayê Mesyaf û nuqteyeke din a Dîfa Cewî ya di navbera Hema û Tartûsê de hedef girt, di encamê de 3 kes mirin û 2 jî birîndar bûn.

Îsraîlê saet di 07:15′an vê sibehê de hin nuqteyên li gundewarên Tartûs û Hemayê bombebaran kirin.

(fr)