′Bi rihê serhildanê em ê têkoşînê dewam bikin′

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi boneya salvegera komkujî û Serhidana 12′yê Adarê ya Qamişloyê got ew bi rihê serhildanê têkoşînê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad dewam bikin.

′Bi rihê serhildanê em ê têkoşînê dewam bikin′
12 adar, 2023   11:45
QAMIŞLO

Di merasîma bîranîna komkujî û Serhildana 12′yê Adarê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis û cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Etoş axivîn. Merasîm li Yarîgeha Şehîdên Serhildana 12′yê Adarê ya Qamişloyê hate lidarxistin.

Telet Yûnis hemû şehîdên şoreşa azadî, demokratîk û biratiya gelan di şexsê şehîdên komkujî û Serhildana 12′yê Adarê de bi bîr anîn.

Yûnis diyar kir ku li Qamişloyê Serhildana 12′yê Adarê dest pê kir û li tevahî Rojava, Şam, Heleb û Ewropa belav bû û wiha got: "Gel di serhildanê de bi hev re bi diruşma ′Na ji desthilatê re, na ji siyasetên qirkirin û fîtneya di navbera pêkhateyan de′ bang kir."

Yûnis wiha domand: "Tu hêzeke kapîtalîst nikare li dijî nirx, dîrok, yekitî û berxwedana gelan bi ser bikeve. Serhildana 12′yê Adarê nîşaneya vê yekê bû ku ev rejîm nikarin siyasetên xwe yên înkar û nijadperestiyê dewam bikin û divê demokrasî pêk bê."

′BÛ BINGEHA ŞOREŞA 19′Ê TÎRMEHÊ′

Yûnis da zanîn ku gelê herêmê bi rêya vîn û têkoşîna li dijî siyasetên qirkirin û fîtneyê xwe îsbat kir û wiha pê de çû: "Serhildana Qamişloyê veguherî bingeha şikandina dîwarên tirsê li gel Gelê Sûriyeyê, her wiha bû bingeha Şoreşa 19′ê Tîrmehê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Yûnis destnîşan kir ku bi rihê Serhildana Qamişloyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate damezrandin. Lê rejîma desthilat a Şamê hîna siyaseta înkarê dewam dike.

Yûnis ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweser bû vîna hemû gelan û hewl dide çareyeke bingehîn ji krîza Sûriyeyê re bibîne û diyaloga Sûrî-Sûrî li dar bixe. Lê çeteyên Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyeyî û rejîma Sûriyeyê di zihniyeta xwe de dewam dikin û hewl didin lihevkirinên xwe nû bikin, mîna peymana Edene ya li ser hesabê gelê Sûriyeyê û bidawîkirina projeya neteweya demokratîk."

′WÊ RÊVEBERIYA ME LI HEMBER FÎTNEYAN LI BER XWE BIDE′

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Etoş komkujiya ku di 12′yê Adara 2004′an de li Qamişloyê pêk hatiye, şermezar kir û wiha got: "Ev bûyer plankirî bûn ku fînte di navbera Kurd û Ereban de çêbe."

El Etoş da zanîn şêniyên Dêrazorê dizanin ku ev komplo û fîtne ji bo tevliheviya navbera her du pêkhateyan de plankirî bû û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek gel in û xwîna me yek e. Em nahêlin aliyek fîtneyê di nava me de derxe. Me bi tevahî şêweyan û bi hev re şerê terorê kir. Ji lew re wê gel li dora QSD′ê bimîne û wê Rêveberiya me ya Xweser û hêzên me li hember van astengiyan berxwedêr û serbilind be."

(fr)

ANHA