Artêşa Tirk 23 caran herêmên gerîla bombebaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve 23 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Artêşa Tirk 23 caran herêmên gerîla bombebaran kirin
12 adar, 2023   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker êrîşên li ser hêzên me yên di pozîsyona heyî de ne, dewam dike. Herêmên Parastinê yên Medyayê 23 caran ji aliyê dagirkeran ve hate bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

10′ê Adarê qada Deşta Kafya ya Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

11′ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 21 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."