′Serhildana 12′yê Adarê bû çirûska Şoreşa 19′ê Tîrmehê′

Saziyên herêma Firatê da zanîn ku komkujî û Serhildana Qamişloyê çirûska yekemîn a ber bi Şoreşa 19′ê Tîrmehê ve bû.

′Serhildana 12′yê Adarê bû çirûska Şoreşa 19′ê Tîrmehê′
12 adar, 2023   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bîrana komkujî û Serhildana 12′yê Adarê, Meclisa Kantona Girê Spî, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê daxuyaniyên cuda dan.

Li qada Meclisa Kantona Girê Spî endama Komîteya Jinan a meclisê Medîne Muslim daxuyanî xwend. Tê de endamên komîteyê, saziyên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê beşddar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca rejîmê di derxistina fîtneyê 12′yê Adarê de lawazkirina herêmê û parçekirina wê bû, her wiha tecrîdkirina gelê Kurd ji mafên wê bû.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev serhildan bû çirûska yekemîn a Şoreşa 19′ê Tîrmehê.

Her wiha meclisê diyar kir ku piştî derbasbûna 19 salan di ser komkujiyê re û piştre veguheriye serhildanê, hikumeta Şamê hîna bi heman zihniyetê ve girêdayî ye û hewl dide fîtneyan di nava pêkhateyên herêmê de derxe.

Girêdayî heman mijarê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê daxuyaniyek da.

Li Yarîgeha Dostaniya Kobanê û Norwêc de endama rêveber a desteyê Yara Nebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin 12′yê Adara 2004′an destpêka Şoreşa berxwedan û azadiyê li tevahî bajarên Rojava û dendika Şoreşa Rojava bû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku beriya 19′ê salan hikumeta Şamê hewl da bûyereke werzîşê ji bo derxistina fîtneyan di nava pêkhateyên Kurd û Ereb de li Yarîgeha Şehîdên 12′yê Adarê ya Qamişloyê de bi kar bîne. Di encamê de komkujiyeke mezin pêk anî.

Di dawiyê de hate gotin tiştê bi tîma Cîhad a li Rojava bûye, niha bi tîma Amedspor a li Bakurê Kurdistanê dibe.

(fr)

ANHA