Serdana gorê şehîdê serhildanê Ehmed Mihemed hate kirin

Şêniyên Çilaxa û Girkê Legê yên Qamişloyê bi serdana gorê şehîdê serhildanê Ehmed Merî Mihemed li Abirî re şehîdên 12′yê Adarê bi bîr anîn.

Serdana gorê şehîdê serhildanê Ehmed Mihemed hate kirin
12 adar, 2023   10:49
QAMIŞLO

Di salvegera 19′an a komkujî û Serhildana Qamişloyê de bi sedan şêniyên Çilax û Girkê Legê berê xwe da gundê Abirî yê Çilaxa û serdana gorê şehîdê serhildanê Ehmed Mirî Mihemed kir.

Li wir, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Semer Hisên axivî û wiha got: "Serhildana Qamişloyê ji bo destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zemînek bû. Her wiha cara yekemîn bû ku şênî li dijî rejîma Baasê serî hilda."

Semer diyar kir ku Serhildana 12′yê Adara 2004′an benda tires li cem gelê Sûriyeyê şikand.

Dûre bavê şehîd Ehmed, Mirî Mihemed axivî û wiha got: "Em îro li vir soz didin şehîdên ku hêza gelê herêmê bûn û banga mafên xwe kirin, ku heta pêkanîna azadî û demokrasiyê em rêça we bişopînin."

Merasîm bi danîna kulîlkan li ser gora şehîd bi dawî bû.

(fr)

ANHA