Bi serdana gorên şehîdan çalakiyên 12′yê Adarê dest pê kirin

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 19′an a komkujî û Serhildana 12′yê Adarê bi serdana ji gorên şehîdan re bi bîr anî.

Bi serdana gorên şehîdan çalakiyên 12′yê Adarê dest pê kirin
Bi serdana gorên şehîdan çalakiyên 12′yê Adarê dest pê kirin
Bi serdana gorên şehîdan çalakiyên 12′yê Adarê dest pê kirin
Bi serdana gorên şehîdan çalakiyên 12′yê Adarê dest pê kirin
Bi serdana gorên şehîdan çalakiyên 12′yê Adarê dest pê kirin
Bi serdana gorên şehîdan çalakiyên 12′yê Adarê dest pê kirin
12 adar, 2023   10:37
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên pêkhateyên Kurd û Ereb li goristana taxa Qidorbeg a Qamişloyê kom bûn û şehîdên komkujiyê û Serhildana 12′yê Adarê bi bîr anîn.

Li wir endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişloyê Hesne Remo axivî û şehîdên serhildanê û tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn.

Li ser armancên komploya ku di 2004′an de li dijî gelê Kurd pêk hatiye, Hesne wiha got: "Rejîma Sûriyeyê hewl da fîtneyeke mezin derxe û projeyên xwe li dijî gelê Kurd pêk bîne. Lê bi saya yekitî, hevgirtin û ruhê serhildanê planên wê bi bin ketin. Li ser gorên şehîdên serhildanê îro hemû pêkhate di bin sîwana biratiya gelan û neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye kom bûne."

Hese di dawiyê de soz da şehîdên komkujiyê, Serhildana Qamişlo û tevahî şehîdan ku heta rizgarkirina gelan li ser şopa wan bin.

GORISTANA ŞEHÎD DELÎL SARÛXAN

Bi dehan şênî û malbatên şehîdan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan. Li wir endamê PYD′ê Şerîf Hecî Mehmûd axivî û got serhildan bû bingeha Şoreşa 19′ê Tîrmehê.

Mehmûd wiha domand: "Tiştê li Qamişloyê û yê li dijî mafên gelê Kurd pêk hatiye, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî Amedsporê pêk tîne û armanc heman e ku fîtneyê di nava gelan de derxin."

Mehmûd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê îsbat kir ku Sûriye ya hemû pêkhateyan e û dê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember fîtneyan tê bikoşin û Sûriyeyek demokratîk a nenavendî ava bikin."

YARÎGEHA 12′YÊ ADARÊ

Piştre girseya gel berê xwe da Yarîgeha Şehîdên 12′yê Adarê. Li wê yarîgehê komkujiyek pêk hat û veguherî serhildanekê û li tevahî herêmên Rojava, Heleb, Şam û Reqayê belav bû.

Li qada Yarîgeha Şehîdên 12′yê Adarê merasîma salvegera 19′an a komkujî û Serhildana Qamişloyê dest pê kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi diruşma "Bi rihê Serhildana 12′yê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin û bi vîna gelan em ê bi ser bikevin" merasîm li dar xist. Şandeyên ji bajar û navçeyên cuda yên herêma Cizîrê û girseya şêniyên serdana gorên li taxa Qidorbegê û Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kiribûn, beşdar bûn.

Her wiha di merasîmê de pêkhateyên herêma Cizîrê û Dêrazorê yên ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen, nûnerên ji saziyên siyasî, sivîl, jin, ol, ciwan û nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîran û tîmên herêma Cizîrê û Dêrazorê beşdar bûn.

Merasîm bi mûzîka ji hêla koma Serdemê ve û sirûda Kurdî Ey Reqîb dest pê kir. Dûre li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û Kongra Star axaftin hatin kirin.

Tê payîn tîmên Dêrazor û Cizîrê maçekê bilîzin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F3-ebFzdmxQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>