‎′12′yê Adarê mînaka berxwedan û têkoşînê ye′ ‎

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn –Şehba da zanîn ku Serhildana 12′yê Adarê ji bo Şoreşa Rojava bû mînaka ‎berxwedan û têkoşînê.  ‎

‎′12′yê Adarê mînaka berxwedan û têkoşînê ye′ ‎
12 adar, 2023   10:20
ŞEHBA

Meclisa Malbata Şehîdan a Efrîn-Şehba bi boneya Serhildana 12′yê Adarê ya Qamişloyê li ber avahiya meclisê ya li Til Qerahê kom bûn û daxuyaniyek da. ‎

Endamên meclisê Dilovan Elo bi zimanê Kurdî û Emîne Osman bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.  ‎

Di daxuyaniyê de hate gotin ku beriya 19 salan li kela berxwedanê ya Qamişloyê serhildanekê dest pê kir. ‎

Di 12′yê Adara 2004′an de li Qamişloyê tîmên fotbolê maçek lîstin. Lê îstîxbarata rejîma Baas a Sûriyeyê piştgiriya tîma Fitûwê kir û wêneyên kujer Sedam Hisên hildan. Di encamê de di nava her du tîman û girseya gel de pevçûnek çêbû. Her wiha polîsên rejîma Baasê êrişên welatiyên Kurd kir û komkujiyek pêk anî.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ev pevçûn û komkujiya pêk hatiye veguherî serhildanekê, li herêmên Rojava, Şam û Helebê belav bû.

Di dawiya daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku Serhildana 12′yê Adarê bû bingeha Şoreşa gelan, bû bingeha rihê berxwedanî û têkoşînê li hember sîtemkariyê. Her wih meclisê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li pêş sîtemkarî û zordestiyê bigirin.

‎(zş)‎

ANHA