PJAK: Jehrîkirina xwendekaran tolhilanîna desthilatê ya ji civaka azadîxwaz e

PJAK'ê diyar kir ku jehrîkirina xwendekarên keç êrişek li ser civakê ye û diyar kir “Tişta ku îro di jêr navê jehrîkirina xwedekaran de li seranserê Îranê rû dide, tolhilanîna desthilatê ya ji civaka azadîxwaz e.”

PJAK: Jehrîkirina xwendekaran tolhilanîna desthilatê ya ji civaka azadîxwaz e
8 adar, 2023   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê dibistanên xwedekarên keç tê kirin. Heta niha 4 xwedekarên keç ji ber van gazan hatine qetilkirin û bi hezaran xwedekar jî jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Der barê van êrişan de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya PJAK’ê de hat gotin ku jehrîkirina xwedekaran tawaneke li dijî jinan û ragihandina şerê desthilatê yê li dijî hemû civakê ye û hat gotin: “Tişta ku îro di jêr navê jehrîkirina xwedekaran de li seranserî Îranê rû dide, di rastiyê de tolhilanîna desthilatê ya ji civaka azadîxwaz e."

Di daxuaniyê de hate ragihandin ku desthilatdarî bi siyaseta 'serketina bi tirsê' dixwaze tevayî civakê bêdeng bike û rê li pêş şoreşa herî bi rûmet ku ew jî şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ ye bigre.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişkirina li ser xwedekarên jin êrişeke li ser tevayî civak û malbatên xwedekaran e û wiha hate gotin: “Ev êrişeke li dijî hemû kesan e ku dixwazin şoreşa azadîxwazan a li seranserî Îranê bi pêş bixin. Ji bo rûbirûbûna van êrişan ku rejîm hewil dide bike tiştek rojane û wek asayî nîşan bide, kiryarek dijî jina ye. Divê civak û malbatên xwedekaran li benda saziyên ewlehiyê yên dewletê nemînin. Ji ber ku ew sazî bi xwe di vî sucî de beşdar in.”

PJAK'ê diyar dike ku jehrîkirina xwedekaran suc e li dijî jinan û ragihandina şerê biyolojî yê taybet ê desthilatê ye li dijî hemû civakê. Armanca van êrişên qirêj û tirsnak bêdengkirina jinan û girêdana jinan a bi zincîrên koletiyê ye.

Di dawiyê de PJAK’ê ev bang kir: “Daxwaz ji hemû çîn û beşên civakê, malbat, çalakvanên sivîl bi taybetî jî mamosta û xwedekaran dikîn rê nedin siyaseta jin kuştinê ya rejîmê bibe sedama astengî ji pêşengtiya jinan a di serhildana jin, jiyan, azadî de re çêbe. Wek PJAK em piştgiriyê didin nerazîbûnên mamosteyan ên ji bo parastina rûmeta xwendekarên jin.”