Wezîrê karên derve yê Îranê diçe Şamê

Sibê wezîrê karên derve yê Îranê diçe Şamê û dê têkildarî lidarxistina civîna çaralî ya Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê dan û standinan bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê diçe Şamê
8 adar, 2023   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê eşkere kir ku wezîrê karên derve yê Îranê Emîr Ebdullahyan dê ji Tirkiyeyê berê xwe bide Şamê û der barê têkiliyên dualî, geşedanên herêmî û lidarxistina civîneke çaralî ya wezîrên karên derve yên Sûriye-Rûsya-Îran-Tirkiyeyê, dan û standinan bike.

Ev serdan hemwextî daxuyaniyên cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ên têkildarî organîzekirina civîna Sûriye-Rûsya-Îran-Tirkiyeyê ya li ser asta wezîrên karên derve pêk tê.

Balyozê Îranê li Rûsyayê Kazim Celalî jî 1`ê Adarê daxuyandibû ku wezîrê karên derve yê Îranê dê di Adarê de serdana Rûsyayê bike.

(cx)