​​​​​​​Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Duh jî 94 êriş pêk anîn. Her wiha di bersivdayîna gerîlayan de leşkerekî Tirk hate kuştin.

​​​​​​​Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin
8 adar, 2023   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyand êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin û ev agahî dan:

“Di 7’ê Adarê de saet di 23.00’an de dagirkeran li Sîdayê êrîşî hêzên me yên di çeperên berxwedanê de kirine. Hêzên me xwe parastine û dagirkerek hatiye cezakirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe kiriye:

Di 7’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexe hatiye bombekirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye:

Di 7’ê Adarê de qada Girê Ortê ya Metîna, Girê Şehîd Kamûran a Xakurkê, qadên Girê Şehîd Heqî û derdora çemê Lolanê û çeperên me yên li Çemço û Sîdayê bi obus, tank û çekên giran 93 caran hatiye bombekirin."