Bendava Tişrînê ji nû ve dest bi kar dike

Hefteyekê piştî rawestandina Bendava Tişrînê bendavê ji nû dest bi xebatê kir, lê dê kehrebeyê ji berê kêmtir bide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê gelekî kêm kiribû, kendav sekinîbû.

Bendava Tişrînê ji nû ve dest bi kar dike
8 adar, 2023   10:06
KOBANÊ - CÛMA MIHEMED

Rêveberiya Bendava Tişrînî ji ajansa me re axivî û da zanîn ku bendav dê ji saet 01:00`ê piştî nîvro ve dîsa dest bi xebatê bike.

Xebitandina bendavê dê li gorî miqdara ava çemê Firatê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve tê berdan be, lê ji ber rewşa heyî dê saetên dayîna kehrebeyê ji berê kêmtir bin.

Rêveberiyê diyar kir ku heke tu guhertin di sewiyeya avê de çênebin, dê ev bername heta destpêka meha Remezanê dewam bike.

Rêveberiyê Bendavê agahî da ku dê bendav tenê roja 17`ê Adarê bê rawestandin.

Rêveberiya Giştî ya Bendavan di 1`ê Adarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gotibû: “Ji ber kêmbûna ava Firatê -ku jêdera wê Tirkiye ye- ji beriya salekê de û bandora wê li ser golên li ser çemê Firatê (Bendavên Tişrîn û Firatê), her wiha ji bo ku mewsima çandiniyê ya 2023`yan ku ji golên ava Firatê dihatin avdan telef nebe, biryara rawestandina bendava Tişrînê heta dayîn.”

Di heman daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku Rêveberiya Bendavan destpêkê girîngiyê dide peydakirina ava vexwarinê û ava ji bo avdana erdên çandiniyê.

Rêveberiyê her wiha got eger sewiyeya avê di vê astê de bimîne, dê li gorî plana Rêveberiya Bendavan û saziyên têkildar Bendava Tişrînê dem dem bê rawestandin.

Dewleta Tirk a dagirker di her saniyekê de kêmtirî 200 metrekab ava çemê Firatê berdide axa Sûriyeyê. Ev yek li dijî peymana Şam-Enqere ya sala 1987`an e ku li gorî wê divê di her saniyeyekê de herî kêm 500 metrekab av ji bo Sûriyeyê bê berdan.

Li gel berdewamkirina girtina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, di mehên dawîn de depoyên golên li pişt bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala bûbûn.

(cx)

ANHA