​​​​​​​Çalakiyên li dijî êrişên li ser xwendekarên keç zêde dibin

Êrişên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên keçan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Nerazîbûna li hember van bûyeran jî berfirehtir dibe.

​​​​​​​Çalakiyên li dijî êrişên li ser xwendekarên keç zêde dibin
8 adar, 2023   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji meha Mijdarê ya 2022’yan ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi bombeyên gaza jehrî êrişê dibistanên keçan tê kirin. Heta niha nêzî 5 hezar xwendekarên keç jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Duh jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm êrişê 50 dibistanên keçan hatin kirin û di encamê de bi sedan xwendekar rakirin nexweşxaneyê.

4 XWENDEKARÊN KEÇ HATIN QETILKIRIN

Li gorî agahiyan, ji ber van êrişan heta niha 4 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest daye.

Duh jî li ser banga Encûmena Hawahengî ya Pîşeyî ya Mamostayên Îranê, li piraniya bajarên Rojhilatê KurdistanÊ û Îranê; Sine, Seqiz, Merîwan, Tehran, Îsfehan, Kerec, Reşt, Lahican, Ahwaz, Babîl, Şîraz, Nûrabad, Memesenî, Aligudarz, Meşhed, Şîraz, Kaşmer, Kazerun, Celfa, Buşehr, Abdanan, Zencan û hin bajarên din gel li dijî êrişên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên xwendekarên keç derket qadan.

Piştî berfirehbûna nerazîbûnên li dijî van êrişan, medyaya girêdayî rejîma Îranê îdia kir ku çend kes ji ber van êrişan hatine destgîrkirin ku ew kes tev li xwepêşandanên demên dawîn bûne.

Li aliyê din jî li ser banga bi dehan rêxistin û sendîkayan bi boneya 8’ê Adarê, tê payîn ku îro li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî werin lidarxistin.