Dibistanên xesardîtî tên sererastkirin

Ji bo berdewamkirina perwerdeyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hemleya sererastkirina dibistanên ji ber erdheja 6`ê Sibatê xesar dîtine, dest pê kir.

Dibistanên xesardîtî tên sererastkirin
Dibistanên xesardîtî tên sererastkirin
Dibistanên xesardîtî tên sererastkirin
8 adar, 2023   07:31
HELEB

Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevkariya Rêveberiya Dibistanan bi rêya ‎komîteyên xwe yên xizmetguzariyê dest bi hemleya sererastkirina dibistanên ku ji ber erdhejê xesar dîtiye, kir.

Ji ber erdhejê binesaziya hin dibistanên li her du taxan zirar dît, hin dibistan jî wekî stargeh tên bikaranîn, ji lew re ji 7`ê Sibatê de dibistan girtî ne.

Li gorî daneyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D), ji ber erdhejê ji 13 dibistanan 12 dibistan û baxçeyekî zarokan ji xizmetê derketine.

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê, xebatên sererastkirinê bi destan tên ‎kirin. Li gorî şaredariyê, dîwarên derizî hatin hilweşandin, hinek hatin sererastkirin, kavil hatin rakirin, pir û dîwar hatin saxlemkirin û paqijî hat kirin. Dê xebatên sererastkirinê berdewam bikin.

Karkerê bi navê Celal Qasim da zanîn ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê şaredarî neçar ma ku bi destan dibistanan sererast bike û got: "Tu derfet û alavên mezin li gel şaredariyê tune ne ku pê bixebite, mazot jî tune ye. Lê xebatên me dewam dikin.”

Rêvebera Dibistana Antiwan Eswed, Nesrîn Bîlan jî got piştî karesata erdhejê dewama dibistanan hate rawestandin û got: "Piranî dibistanan xesar dît. Lê îro dest bi sererastkirina dibistanan hat kirin, da ku jiyana xwendekaran di demên pêş de nekeve xetereyê.”

Ev 5 sal e hikumeta Şamê dorpêçeke giran daniye ser kantona Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Dorpêça ku ji beriya 5 mehan de girantir bûye, ruxmî karesata erdhejê jî dewam dike.

(şx/cx)

ANHA