Xelekek di têkoşîna jinan de: Însiyatîfa Dijî Qirkirina Jinan

Însiyatîfa Li Dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan ku jinên ji welatên cuda digihîne hev, hewl dide rêxistinbûna jinan xurttir bike û bi hêza çareseriyê ya jinan birînên jinan bipêçe û têkoşîna wan encamdar bike.

Xelekek di têkoşîna jinan de: Însiyatîfa Dijî Qirkirina Jinan
8 adar, 2023   00:50
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di dirêjahiya dîrokê de û heta niha sîstemên li ser zihniyeta baviksalar xwe ava kirine, her tim hewl dane dawî li têkoşîna jinan bînin, wan bêdeng bikin û ji hemû mafên wê bêpar bihêlin. Li beramberî wan hewldanan jinan bi rêbazên cuda her tim serî rakiriye û bi wê yekê têkoşîna ji bo maf, azadî û demokrasiyê heta roja îro aniye.

Bêguman têkoşîna li deverên cuda û bi rêbazên cuda tê meşandin, lê di sedsala 21`yemîn de zêdetir hewldanên hevparkirina vê têkoşînê tên pêşxistin. Ji bo wê, gelek kongre, konferans, însiyatîf û çalakiyên cuda tên lidarxistin. Însiyatîfa 'Li Dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan, Ji bo Ewlehî û Aştiyê' jî yek ji wan e.

Însiyatîfa Li Dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan di salvegera yekemîn a şehadeta Sekertera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de (12`ê Cotmeha 2020`an) ji aliyê Kombenda Jîn a Jinan ya li Lubnanê ve hat avakirin. Hilbijartina wê dîrokê jî ji bo balkişandina ser qetilkirin û hedefgirtina jinan û têkoşîna li dijî wê ye.

Însiyatîf li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye û 35 jinên ji Sûriye, Iraq, Misir, Filistîn, Mexrib, Lubnan, Tirkiye, Tûnis, Yemen û Lîbyayê tê de cih digirin. Di koordînasyona însiyatîfê de jî jinên ji Sûriye, Filistîn û Mexribê cih digirin. Li Lubnan, Iraq û Sûriyeyê jî komîteyên însiyatîfê hene. Amadekariya avakirina Komîteya Ragihandin û Belgekirinê jî tê kirin.

ARMANCÊN ÎNSIYATÎFÊ

Însiyatîf bi armanca têkoşîna li dijî dagirkeriyê, qirkirina jinan ji aliyên sîstemên desthilatdar û baviksalar ve, avakirina hevgirtina jinan û sûdgirtin ji tecrûbeyên jinên cîhanê hatiye avakirin. Piştî destpêkirina şoreşên Bihara Gelan ên li djiî sîstemên desthilatdar û zordest, jinên di însiyatîfê de cih digirin dixwazin bi yekitiya û têkoşîna xwe ya hevpar guhertinên nû pêk bînin.

Destkeftiyên jin û civakan ji ber siyasetên dewlet-netewe di xeteriyê de ne. Ji lew re parastina destkeftiyên jinan yek ji girîngtirîn armancên însiyatîfê ye.

Însiyatîf beşdarî 2.Kongreya Jinan a Navneteweyî de (5-6`ê Mijdarê) ya li Berlînê bû. Di kongreyê de însiyatîfê biryara pêkanîna Konfedralîzma Demokraîtk a Jinan li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê girt.

XEBATÊN ÎNSIYATÎFÊ

Însiyatîfa Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan ji bo Ewlehî û Aştiyê di 2022`yan de tev li Hevbendiya Neda a li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bû.

Çalakiyên însiyatîfê bi gelemperî di çarçoveya têkoşîna li hember siyasetên dijberî jinan, girtin û bêdengkirin wan e. Ji ber ku derfetên meşandina xebatên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir in, li ser navê însiyatîfê li herêmê gelek çalakî tên lidarxistin.

Însiyatîfê heta niha bi rêya online gelek panel li dar xistine û jinên ji rêxistin û tevgerên din ên jinan jî beşdarê dibin. Panelên hatine lidarxistin bi van sernavan bûn; “Hêza me hevgirtina me ye, tundiya li dijî jinan ji aliyê zihniyeta desthildar û dagirkeriyê, hedefgirtina jinan li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, azadkirina jinan, çanda berxwedana jinên girtî di zindanên Rojhilata Navîn de, dagirkerî tundî ye li dijî jinan, zagonên jin li Sûriyeyê û alternatîfa wan li Bakurê Sûriyeyê, zagonên jin di destûra Tirkiyeyê de û sûcên siyasî.”

XWEGİHANDİNA HEMÛ JİNAN ARMANCEK STRATEJÎK E

Berdevka Însiyatîfa Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan û Endama Têkilî û Itîfaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku li welatên ku endamên însiyatîfê lê jiyan dikin, jin rastî zextên siyasî û zextên civakî tên.

Rûken bal kişand ser rewşa jinan li Kurdistanê jî û got: “Li Rojava ji bo şikandina îradeya jinan, jin tên hedefgirtin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî li djiî jinan operasyonên qirkirina siyasî tên meşandin. Li Rojhilat û Îranê jî bi darvekirin û gelek şêwazan dixwazin jinan qir bikin.”

Rûken destnîşan kir ku nêrînên însiyatîfê li ser esasê çareseriyê û parastina destkeftiyên wan bi pêş dikevin û jin ji tecrûbeyên hev sûd werdigirin û wiha dom kir: “Em dixwazin xebatên xwe berfirehtir bikin, ji bo ku tevlêbûna jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê xurttir bibe. Deriyê me li pêşiya hemû rêxistin û kesayetan vekirî ye. Em hewl didin xwe bighînin jinên parlamenter jî. Bi vî awayî dê dozên jinan bên çareserkirin. Armancê me ya stratêjîk ev e. Pêkanîna armancên me mijara têkoşînê ye.”

REWŞA JINAN LI IRAQ Û MISIRÊ

Endama însiyatîfê û Seroka Meclisa Rêveber a Navenda Mafê Jinan Meha El Sekban jî der barê rewşa jinan li Iraqê de, da zanîn ku di salên şer mîna Şerên Kendavê yên yekemîn û duyemîn, şerê Iraq-Îranê û piştî mêtîngeriya Amerîkayê li Iraqê (2003) jinan gelek êş kişandin û wiha dom kir: “Jin bi makanîzmeyeke nû ya zextê re rû bi rû man. Êdî mijarên nîjadperestî, mezhebî û paşguhkirinê derketin pêş. Zagonên têkildarî mafên jinan jî şeklî man. Bêguman berxwedanek jinan hebû û heta niha jî ji bo bidestxistina mafên ku jê hatine bêparhiştin li ber xwe didin.”

Têkildarî rewşa jinan li Misirê jî, endama însiyatîfê û Koordînetora Hereket Misiryat Mae Texîîr (Tevgera Jinên Misrî bi Guhertinê re) Nûrelhuda El Zekî anî ziman ku jinên misirî bi xurtî beşdarî Şoerşa 25`ê Çileyê (2011) û Şoreşa 30`ê Hezîranê (2013) bûn û xwestin di navendên biryarê de cih bigirin û wiha dom kir: “Lê piştre jin ji komîteyên destûrê û komîteya hilbijartina parlamentoyê hatin dûrxistin. Tenê jinên girêdayî rejîma serdest a Misirê hatin hilbijartin. Di nava civaka Misirê de jî zihniyeta baviksalar êdî bûye çandek û jin ji ber wê zihniyetê hê jî gelek astengiyan dibînin.”

Nûrelhuda bal kişand ser zextên li ser jinên rojnamevan jî û anî ziman ku gelek jin ji tirsa hikumetê nikarin nêrînên xwe yên siyasî parve bikin, eger parve bikin jî bi cezayên girtin re rû bi rû dimînin, sendîkaya rojnamevanan jî bi rola xwe ranabe.

(cx)

ANHA