​​​​​​​ʹEm hêvî dikin ku 8ʹê Adarê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalanʹ

Malbatên şehîdan hêvî kir ku 8ʹê Adarê bibe wesîleya azadiya tevahî jinan û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

​​​​​​​ʹEm hêvî dikin ku 8ʹê Adarê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalanʹ
8 adar, 2023   01:44
HELEB

Malbatên şehîdan ên Helebê soza şopandina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da û gotin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were çi bikeve ser milên wan ew ê pêk bînin. Malbatên şehîdan hêvî kirin ku Roja Jinan a Cîhanê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.

Xwişka şehîd Munzur û Bercem, Nûra Hisên: Em dixwazin agahiyekê li ser Rêbertiya xwe bibhîzin. Dewleta Tirk a dagirker nahêle malbat û parêzer wî bînin. Em dixwazin Rêbertî di nav me de be, ji ber ku ev mafê me ye. Eger azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk neyê, gelê Kurd azad nabe. Ji bo vê yekê çi ji me were xwestin em ê pêk bînin û em ê şodarên xeta şehîdan û Rêbertiya xwe bin.

Hevjîna şehîd Can Efrîn, Zeyneb Ebdulqadir: Rêber Ocalan rêberê mirovî û neteweya demokratîk e. Rêbertî bi fikirê xwe di nav me de ye, lê em dixwazin fîzîkî azad bibe. Helbet em ê şopdarên xeta Rêbertî bin û em nişfan li ser fikirê wî ava bikin. Em banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî dikin û dixwazin rewşa wî ya tenduristiyê nas bikin.

Dayika şehîd Mistefa Ebdo, Dilîşan Osman: Du sal derbas bûn, dewleta Tirk a dagirker nahêle parêzer Rêbertî bibînin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê çi ji destê me were em bikin. Ez di vî temenê xwe yê mezin de çi ji min were xwestin ez ê bikim da ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Ez hêvî dikim ku 8ʹê Adara îsala Roja Jinan a Cîhanê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, ji ber ku Rêbertî kesê yekemîn e yê ku banga mafên jinan dike û rêya rast nîşanî wan da. Her wiha Rêberî hêz da îradeya jinan da ku li hemberî zulm û koletiyê bisekinin.

(bb)

ANHA