Ji bo şehîd Mazlûm Qamişlo merasîma sersaxiyê

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîma sersaxiyê ya şervanê QSD`ê Mazlûm Qamişlo bûn û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Ji bo şehîd Mazlûm Qamişlo merasîma sersaxiyê
7 adar, 2023   15:15
QAMIŞLO

Ji bo şehîd Remedan Îsmaîl (Mazlûm Qamişlo) li pêşiya Meclisa Bajaroka Girbawî ya girêdayî Qamişlo merasîma sersaxiyê hat lidarxistin û bi sedan şênî beşdar bûn.

Malbata şehîd Mazlûm Qamişlo beşdarên merasîmê bi tilîliyan pêşwazî kirin.

Di merasîmê de, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsê Xan Gulo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û malbatên şehîdan ên ku di oxira doza Kurd de zarokên xwe feda kirine, silav kirin.

Şemsê Xan bal kişand ku bi gundê Girbawî bi sedan şehîd dane û destnîşan kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Endamê Meclisa Bajarê Qamişlo Ekrem Mihemed jî anî ziman ku şehîd Mazlûm Qamişlo rêya Mazlûm Doganan şopand û ji bo bîranîna wan şehîdan zindî bimîne, divê ked û xebatên xwe xurttir bikin û ji dayîna berdêlên giran re amade bin.

Şervanê QSD`ê Mazlûm Qamişlo di 6`ê Adarê de ji ber nexweşiya dil şehîd bibû û îro li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin.

(sb/cx)

ANHA