​​​​​​​MSD'ê 8`ê Adarê li jinan pîroz kir

MSD'ê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir û bang li jinên cîhanê kir ku ji bo parastina deskeftiyên xwe hevgirtî bin û têkoşîna xwe bidomînin.

​​​​​​​MSD'ê 8`ê Adarê li jinan pîroz kir
7 adar, 2023   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Jinên Kedkar a Cîhanê (8`ê Adarê) li jinên cîhanê û bi taybet jinên Sûriyeyê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev roj bi saya fedekariyên bêhempa yên jinan tê pîrozkirin û jin hê jî ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe têdikoşin û wiha dom kir: “Pîrozkirina vê rojê berdewamkirina rêwîtiya dîrokî ya jinên berxwedêr e. Têkoşîna jinên Sûriyeyê jî mînaka berdewamkirina vê rêwîtiya rizgariyê ya jinan e.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku ji bo parastina deskeftyên xwe yekdest û hevgirtî bin û têkoşîna ji bo bidestxistina hemû mafên xwe û gihîştina azadiya xwe bidomînin.”

(cx)