Ji girtîgeha Amedê 300 girtî sirgûn kirin

Dewleta Tirk ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 300 girtî sirgûnî cihekî nediyar kirin.

Ji girtîgeha Amedê 300 girtî sirgûn kirin
7 adar, 2023   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 5'ê Adarê de serdegirtineke ji nişka ve hate kirin. Li gorî agahiyan, nêzî 300 girtî ji girtîgehên cuda re hatin sirgûnkirin. Nehat zanîn bê ka girtî sirgûnî kîjan girtîgehan kirine.

Yek ji girtiyên hatine sirgûnkirin Mehmet Emîn Ozkan e ku yek ji 38 girtiyên nexweş e û kurê wî Ahmet Ozkan ku li ber wî ye. Hate ragihandin ku Ozkan û kurê wî sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê re hatin kirin.