Ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li ser Serdozgeriya Komarê ya Bûrasyê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdan hate kirin
7 adar, 2023   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî serlêdan kirin.

Zêdeyî 23 meh in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Îmraliyê tecrîdkirî ye.