Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê li Bexdayê ye

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin gihişt Bexdayê. Tê payîn piştre serdana Hewlêrê jî bike.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê li Bexdayê ye
7 adar, 2023   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin vê sibehê gihişt Bexdayê û tê payîn piştre biçe Hewlêrê jî.

Li gorî agahiyan dê Austin bi rayedarên Iraqê re bicive, li Hewlêrê jî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Hêjayî gotinê ye di 1’ê Adarê de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihandibû ku wê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin serdana Rojhilata Navîn bike.