​​​​​​​‘Divê jin têkoşîn, berxwedan û hevgirtina xwe xurt bikin’

‘Însiyatîfa Têkoşîna li hember Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehiyê û Aştiyê’ 8`ê Adarê pîroz kir û destnîşan kir ku divê jin xwe bi rêxistin bikin û têkoşîn, berxwedan û hevgirtina xwe xurt bikin.

​​​​​​​‘Divê jin têkoşîn, berxwedan û hevgirtina xwe xurt bikin’
7 adar, 2023   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Têkoşîna li hember Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de însiyatîfê diyar kir ku ev roj, roja berxwedan û têkoşîna jinan e. Her wiha ev roj li hemû jinên kedkar, têkoşer û girtiyan pîroz kir û sersaxî da malbatên mexdûrên erdhejê.

Însiyatîfê di daxuyaniyê de anî ziman ku rewşa heyî encama têkoşîn, berxwedan û fedakariyên 129 jinan e ku bû sedem jin li ser asta cîhanê hevgirtî bin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi kuştina jina kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê çirûska şoreşê li Îranê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dest pê kir û li ser asta cîhanê belav bû û bû dirûşma serdemê ya berxwedana jinan.

Her wiha însiyatîfê destnîşan kir ku pêwîstiya vê pêvajoyê bi yekkirina hewldanan û dîtina mekanîzmayên parastinê heye, ji ber ku metirsiyên heyî cidî ne û li ser asta cîhanê têkoşîna jinan û pêşengên wê dibin hedef.

Îsniyatîfê di dawiyê de bang li jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin, têkiliyên xwe xurttir bikin, têkoşîn, berxwedan û hevgirtinê mezin bikin, ji bo ku li hember hemû cureyên dagirkirin, qirkirin û tundiyê li ber xwe bidin û aştî, ewlehî, edalet û azadiyê pêk bînin.

(şx)

ANHA