PAJK: Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dê bibe hîmê bingehîn ê azadiya jinan û civakê

PAJK’ê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek da û diyar kir “Ala têkoşînê ya bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di sedsala 21’emîn de, di destê jinan de bilind dibe, ew ê teqez bibe hîmê bingehîn ê azadiya jinan û civakê.”

PAJK: Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dê bibe hîmê bingehîn ê azadiya jinan û civakê
7 adar, 2023   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ser malpera xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Têkoşîna azadiya jinê, li ser hîmê bîr û baweriya jinê ya bi serî rakirin, têkoşîn û serkeftinê bi pêş ket. Jinên ji têkoşînê re pêşengî kirin li hemberî zîhniyeta mêr şer kirin û xeta jiyana azad pejirandin. Di oxira wê jiyanê de bi têkoşînê bûne bersiv û berdêlên giran dan. Em di şexsê afrînerên roja jinên kedkar ên cîhanê roja 8’ê Adarê û pêşengên têkoşîna azadiya jinê Roza Luxemburg, Clara Zetkin, Sara, Evîn û Raperînan de tevahî jinên di xeta azadiya jinê de têkoşîn meşandin û li ber xwe dan bi bîr tînin. Roja têkoşîna jinê 8’ê Adarê li Rêber Apo, jinên cîhanê û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.

Zîhniyeta serdest ya mêr di şexsê jinê de, li ser civakê siyaseta qirkirin û mêtingehkirinê ava kiriye. Bi bîrdoziya zilamtiyê di serî de şikandina îradeya jinê ji bo xwe kiriye hedefa pêşî. Ji bo civakê bixe bin desthilatdariya xwe û îradeya wê teslîm bigre her tim jin di şer, talan û êrîşên xwe yên hovane de kir hedef. Pergala desthilatdar ya mêr-dewletê, li ser vê bîrdoziyê xwe ava kir û bû dijminê herî mezin yê jin û civakê. Her ku çanda zilamtiya paşverû li ser jin û civakê hate serwerkirin çanda şer, kuştin, tecewûz, qetlîam, bê exlaqî û bê wijdaniyê pêşket. Li hemberî pergala zilamtiyê û bîrdoziya wê ya zayendparêz jin û civak bi hilweşînekî mezin re rû bi rû hatin hêştin. Li hemberî vê ketina mezin û hilweşîner jin her tim têkoşiya û li ber xwe da. Di serdema niha de pergala modernîteya kapîtalîst, li hemberî têkoşîna jinê û rabûna civakê ya li dora jinê êdî ketiye pêvajoyekî tarî. Jin, di cîhana ku pergala kapîtalîst xwe lê serwer kiriye de têkoşînekî dîrokî dimeşîne.

‘BANDORA TÊKOŞÎNA JINAN ÇI QASÎ GERDÛNÎ BIBE EW QASÎ JIN NÊZÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ NE’

Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta serdest ya mêr, wê jin û civaka azad bi pêşxistina zanebûn û îrada azad, bi rêxistin û bilindkirina têkoşîna hevpar bi serbikeve. Civakekî azad a polîtîk û exlaqî jî dikare bi têkoşîna ku jin tê de pêşengiyê bike werê avakirin. Ev erk û berpirsyariya dîrokî dikeve ser milê her jinekê ku cihê xwe di nav têkoşîna hevpar de ye. Jin, dikare bi vê hişmendiyê li hemberî zîhniyeta mêr-dewletê têkoşîna azadiyê bi serbixîne. Têkoşîna jinan, rêxistinî û hevgirtina jinê di roja îro de ji her demê zêdetir derfet bi dest xistiye. Li her derê cîhanê jin li hemberî neheqiyê, li hemberî serdestiya mêr û pergala wê ya desthilatdar serî radikin û têkoşîn dikin. Şiyarbûna jinê her ku pêşdikeve civak jî pêre şiyar dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê serhildana civakî ya di pêşengiya jinê de ku ev şeş meh e berdewam dike, bandora xwe li tevahî jin û civakê kir. Ev jî dide nîşandan ku girîngî û bandora têkoşîna jinê çiqasî gerdûnî bibe ewqasî jin nêzî têkoşîna azadiyê ne.

‘TÊKOŞÎNA JINÊN KURD BI SAYA KEDA MEZIN A RÊBERTIYA ME HÊVIYÊ DIDE JINÊN CÎHANÊ’

Rêber Apo, di bin şert û mercên giran yê li girtîgeha Îmraliyê de paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê pêşxist. Paradîgma û têkoşîna azadiya jinê ya Rêbertiya me bi pêşxist di roja îro de, bandora xwe li jinên cîhanê û hemû mirovahiyê dike. Têkoşîna jinên Kurd, îro bi saya vê keda mezin ya Rêbertiya me daye hêviyê dide jinên cîhanê û hemû mirovahiyê. Jinên cîhanê azadiya xwe û ya cîhanê di paradîgma Rêber Apo de dibînin. Her ku keda Rêbertiya me ji bo azadiya jinê da ye berhemdar dibe hîmê şoreşa jin û civakê bi hêztir dibe.

‘JIN JI BO JIYANA AZAD LI BER XWE DIDIN’

Wê mirovahî di sedsala 21’emîn de bi pêşengî, rêxistinî û hevgirtina jinê têkoşîna azadiyê bi serbixîne. Jinan û çîna kedkar di sedsala 19-20’emîn de ji bo bi destxistina mafên xwe yên neteweyî têkoşîn pêşxistin û berdêlên mezin dan. Jinan bi vê têkoşînê gelek mafên xwe bi dest xistin lê, pirsgirêkên jinê bi destxistina van mafan re nehatin çareserkirin. Ferqa mezin ya têkoşîna di wê demê de hate dayîn û ya sedsala 21’emîn ew jin êdî ji bo şoreşa mezin ya jinê û mirovahiyê pêk werê têkoşînê didin meşandin. Pergala serdest ya mêr ji lewra îro li hemberî rabûna jin û civakê di nav bê çaretiyekî mezin de dijî, ev jî bingeha xwe ji vê ferqê digre. Her ku diçe têkoşîna jinê karekterê xwe yê cîhanîbûnê diyarker dike. Ji bo cîhanekî azad û wekhev ava bibe jin têkoşîn didin meşandin. Ji bo çanda jiyana azad û felsefeya wê pêşbikeve jin li ber xwe didin.

Ala têkoşînê ya bi felsefeya JIN JIYAN AZADÎ di sedsala 21’emîn de, di destê jinê de bilind dibe, ew ê teqez bibe hîmê bingehîn ya azadiya jin û civakê. Ev dema em tê de dijîn ji bo tevahî jinên cîhanê ji her demê zêdetir nêzî pêkanîna jiyana azad e. Em ê wekî Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, tim û daîm afrînerên têkoşîna azadiya jinê bikin pîvana serkeftina têkoşînê. Di sala 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo azadiya jinê têkoşînê bilindtir bikin.

Li ser vê bîr û baweriyê em bang li hemû jinan dikin bila cihê xwe di nav têkoşîna hevpar ya jinê de bigirin. Ji bo hemû roj bibin rojên têkoşîn û azadiyê, ji bo şoreşa jinê civakî û gerdûnî bibe divê em têkoşîna xwe mezintir bikin, rêxistiniya xwe bi hêz bikin û deskeftiyên şoreşa jinê biparêzin.”