Piştî erdhejê xetereya kavilên şer zêdetir bûye

Piştî erdhejê xetereya avahiyên hilweşiyayî û derizî li ser jiyana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêdetir bûye. Hikumeta Şamê jî nahêle alavên ji bo sererastkirina wan avahiyan pêwîst, bikevin her du taxan.

Piştî erdhejê xetereya kavilên şer zêdetir bûye
Piştî erdhejê xetereya kavilên şer zêdetir bûye
Piştî erdhejê xetereya kavilên şer zêdetir bûye
Piştî erdhejê xetereya kavilên şer zêdetir bûye
Piştî erdhejê xetereya kavilên şer zêdetir bûye
Piştî erdhejê xetereya kavilên şer zêdetir bûye
Piştî erdhejê xetereya kavilên şer zêdetir bûye
Piştî erdhejê xetereya kavilên şer zêdetir bûye
7 adar, 2023   07:01
HELEB – MIHEMED EBDO

Piştî erdheja 6`ê Sibatê û paşlerzeyên piştî wê, bi sedan mal hilweşiyan û derizîn. Bi vê yekê re xetereya kavilên şer ên nêzî malên şêniyan jî zêdetir bû.

Gelek avahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di demên berê de ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi taybet êrişên di 2016'an de zirar dîtin, derizîn û hilweşiyan.

Ji deverên ku herî zêde ku xisar lê çêbûye, Kolana Muxaberat a li rojavayê taxê û dawiya xeta Eşrefiyê ne.

BINGEHÊN NESAXLEM

Welatiyê bi navê Luqman Nebo ku li kolana Muxaberat dimîne destnîşan kir ku ji avahiyên hilweşiyayî û yên derizî yên li derdora xaniyên xwe ditirsin, ji ber ku bingehên wan avahiyan ne saxlem in û êdî ji bo xaniyên derdorê jî xeternak ne.

Luqman diyar kir ku ev demek e ji ber wê metirsiyê, ew ji mala xwe derketiye, nexasim ku komîteyên endazyariyê yên Şaredariya Gel mala wî keşf kir û agahî danê ku divê were sererastkirin.

Niha Luqman Nebo li mala xwişka xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dimîne ku ji mala wî saxlemtir e.

QEDEXEKIRINA ALÎKARIYAN

Hikumeta Şamê jî bi rêya rêbendên li derdora her du taxan ji nêzî 6 mehan ve derbaskirina alîkariyên mirovî, sotemenî, derman, ard û şîrê zarokan qedexe dike.

21 barhilgirên alîkariyan ku beşek ji alîkariyên navneteweyî ne ku ji bo Sûriyeyê hatine şandin, barhilgireke Heyva Sor a Kurd ku tê de 6 kon hebûn û 10 sahrîcên sotemeniyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn şandin, derbasî taxan bûn.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da zanîn ku di nav alîkariyan de xwarin tune bû, tevî wê jî li gorî rêjeya şêniyên ku ji malên xwe derketine, ne bes bûn.

Li gorî rapora Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di encama erdhejê de 60 hezar kes ji malên xwe derketine.

ŞAREDARÎ NIKARE BÊ WESAYÎT MUDAXELE BIKE

Serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endazyar Ednan Caro got: "Ji ber şerê ku li her du taxan qewimiye, gelek avahî û bingehên wan zirar dîtine, bi erdhejan re jî metirsî zêdetir dibe. Ji bo parastina şêniyan jî derfet li ba me tune ne."

‘DIVÊ GEL DESTEKÊ BIDE ŞAREDARIYÊ’

Ednan Caro îşaret bi wê yekê kir ku heta niha tu dane têkildarî avahiyên ji ber şer hilweşiyane tune ne û daneyên şaredariyê dane jî yê wan avahiyan in ku ji ber erdhejê xisara lê bûye. Caro da zanîn ku pêwîstiya 400 avahiyan bi sererastkirinê û 12 avahiyan bi hilweşandinê heye.

Di dawiya axaftina xwe de Ednan Caro bang li şêniyên herdu taxan kir ku destekê bidin şaredariyê û li avahiyên derizî gilî bikin ji bo ku wê bixin nava plansaziyê û li gorî derfetan rewşa wan çareser bikin.

Tê zanîn ku hikumeta Şamê ji nêzî 6 mehan ve dorpêçeke giran li ser taxan dimeşîne û tevî erdhejê nahêle sotemenî, ard, şîrê zarokan û wesayîtên pêwîst derbasî her du taxan bibin.

(mh/şx)

ANHA