Rojnameyên erebî vê sibehê cih da xwepêşandanên li Iraqê

Rojnameyên erebî yên îro behsa xwepêşandanên Iraqê yên ji bo guhartina qanûna hilbijartinan, hevbendiya di navbera Cezaîr, Rûsya û Îranê de û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî vê sibehê cih da xwepêşandanên li Iraqê
7 adar, 2023   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Iraqê ev tişt nivîsand: "Bi sedan kes li gelek parêzgehên naverast û başûrê Iraqê (Bexda, Babîl, Dîwaniyê û Wasit) şeva din derketin xwepêşandanê, teker şewitandin û rê girtin. Ev yek nîşan dide ku gel parlamentoyê neçar dike ku biryara guhartina qanûna hilbijartinan û jinûve xebata meclisên herêmî li parêzgehan nede. Çalakgeran daxuyanî dan û diyar kir ku heke hêzên siyasî ên li parlamentoyê israr kir ku qanûnan biguherînin, dê xwepêşandanên xwe bidomînin.

Komîteya navendî ya li parêzgehên serhildêr Kerbela, Necif, Bexda, Babil, Dîwaniyê, Semawa, Zîqar û Wasitê, bi daxuyaniyekê got hîna partiyên gendeliyê daxwazên gel, êş û bangên lêvegera olî li hember biryar qanûna hilbijartinên wekhev û adilane, paşguh dike. Hêzên Çarçoveya Hemahengiyê û hevbendên wê li pey biryara guhartina qanûna ′Saint Lego′ ye.”

‘METIRSIYÊN ROJAVAYIYAN LI HEMBER HEVBENDIYA DI NAVBERA CEZAÎR, RÛSYA Û ÎRANÊ DE’

Der barê têkiliyên Cezaîr, Rûsya û Îranê de, rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Yekitiya Ewropayê û DYA`yê bi fikar pêşketina têkiliyan di navbera Cezaîr, Rûsya û Îranê de dişopînin. Di gelek raporan de hate ragihandin ku Cezaîr hewl dide hêsaniyan pêşkêş bike ji bo ku baregehên leşkerî yên Rûsyayê li herêma berava Afrîkayê bi alîkariyê Îranê bên avakirin.

Ji ber cihê cografîk, Cezaîr xwedî roleke girîng e di herêma beravê de ku bi navbeynkariya wê dan û standin di navbera aliyên dijber ên Maliyê de pêk tên. Rojavayî bi fikar in ku Cezaîr vê bandorê bi kar bîne ji bo ku hebûna Rûsyayê di vê qadê de xurttir bike.

Sekreterê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Nîkolay Patroşîf vê dawiyê serdana Cezaîrê kir, bi rayedarên payebilind re serdana serok Ebdulmecîd Tebûn ji bo Moskovê di Gulana bê de û têkiliyên hevkariyê di qadên parastina û ewlehiyê de nîqaş kirin.

Cîgirê serokê Peymengeha Hikum û Aboriya Pratîk Jesús Sánchez Lampas got agahiyên li ber dest dihêlin ku em pêşbîn bikin ku 2 senaryo ji ber nebûna îstiqrarê hene ku rê dide Rûsyayê ku Yekitiya Ewropayê tengav bike.”

‘MECLISA BILIND BANG KIR KU HIKUMETEKE DEMKÎ JI BO HILBIJARTINÊN LI LÎBYAYÊ AVA BIBE’

Li ser rojeva Lîbyayê rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Serokê Meclisa Bilind a Dewletê duh îşaret bi pêwîstiya avakirina hikumeteke biçûk a demkî kir, ji bo ku hilbijartinan li dar bixe. Her wiha banga guhertina Komîseriya Bilind a Hilbijartinan jî kir. Her wiha diyar kir ku meclisê însiyatîfa navneteweyî ya têkildarî lidarxistina hilbijartinan di 2023`yan de red nekiriye.

El Muşrî di civîneke çapemeniyê de piştî ku meclisê nekarî civînekê ji bo nîqaşkirina qanûnên hilbijartinan li dar bixe, anî ziman ku Meclisa Bilind hîna însiyatîfa şandeyê NY`yê Ebdullah Patilî dinirxîne. Dibe ku derfet hebe însiyatîfê tev li guhertina destûrî ya bi hejmar 13 bikin.

El Muşrî diyar kir ku bêyî erêkirina zêdetirî ji sêyan yekê endamên komîteyên Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê li gorî guhertina destûrî ya bi hejmar 13’an tu qanûnan qebûl nake. Her wiha destnîşan kir heke şertên nemzatiya hilbijartinên serokatiyê ji hev cuda nekirin, xitimîna siyasî dê dewam bike.”

(şx)