Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn

Şêniyên Minbicê bi nêzîkbûna Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi merasîmekê şehîd bi bîr anîn. Şêniyan teqezî bi şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan kir.

Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
Jinên Minbicê şehîd bi bîr anîn
6 adar, 2023   17:12
MINBIC

Di merasîma ku li Goristana Şehîdan a Minbicê li dar ketiye de, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, partî, Meclisa Jinên Sûriyeyî, meclisên sivîl, Meclisa Leşkerî ya Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Leşkerî ya Jinan Sefa Hicazî axivî û got: “Li ser şopa şehîd JIyan, Mizgîn, Sara, Rûken, Dilar, Armara, Zozan û Xedîr em dê ber bi azadiyê ve bimeşin, hewl bidin armancên wan pêk bînin û destkeftiyên wan biparêzin.”

Sefa soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê ji bo hemû jinan da.

Di dawiyê de beşdaran gul danîn ser gorên şehîdan.

(şx)

ANHA