Peyamên jinên Rojava ji bo jinên Rojhilat û Îranê

Bi minasebeta 8`ê Adarê (Roja Jinên Kedkar a Cîhanê) fermandar û rêveberên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji jinên Rojhilatê Kurdistanê-Îranê re peyam şandin. Gelo navaroka wan peyaman çi ye?

Peyamên jinên Rojava ji bo jinên Rojhilat û Îranê
7 adar, 2023   00:41
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta Roja Jinan a Cîhanê (8′ê Adarê) ji jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku zêdetirî 5 meh in bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" di oxira jiyanek azad û demokrat de serî hildane, peyam şandin.

Li ser navê Kongra Star, Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û 8`ê Adarê li jinên Rojhilat û Îranê pîroz kir.

Remziye diyar kir ku bi têkoşîna Roza Lûksemburg heta bi Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Jîna Emînî, Evîn Goyî û tevahî şehîdên jin ên Şoreşa Rojava û tevgera azadiyê, dê serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′ armancên şoreşa jinan pêk bîne û wiha dom kir: "Bi yekitiya jinan em ê şoreşa xwe bikin yek, şoreşê bikin şoreşa tevahî jinên cîhanê û bi hev re bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bang bikin."

Berdekva Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksan Mihemed jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinan li beramberî siyastên rejîmên desthilat û êrişên dijî nasnameya jinê û got: "8′ê Adarê ji bo her jinekê roja têkoşîn û berxwedanê ye. Lê rast nîn e ku tenê ev roj wek roja têkoşînê bê destgirtin.”

′EM KONFEDRALÎZMA DEMOKRATÎK A JINÊN CÎHANÊ AVA BIKIN

Roksan destnîşan kir ku têkoşîna jinan gihaştiye astên bilind û li hemû qadan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire û heta 4 parçeyên Kurdistanê û bi taybet Rojhilata Navîn, berfireh bûye û wiha axivî: "Em îro dibînin çawa dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi saya têkoşîna jinê ya di oxira avakirina jiyaneke azad û adilane de, veguheriye dirûşmeyek cîhanî."

Roksan bal kişand ku serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′ a Rojhilat û Îranê ya ku heta îro berdewam dike, cihê serbilindiyê ye û got: “Ji ber ku êdî jin li tevahî qadan li gorî rastî, nasname, nêrîn û fikrê xwe yê azad li dijî rejîmên ku hewl didin jinan qir bikin û biçewisînin, tê dikoşin."

Roksan anî ziman ev sîstem ji bo hedefgirtina têkoşîna jinan tevahî rêbazên şerê qirêj bi kar tînin. Roksanê bang li jinan kir ku berxwedan, têkoşîn, vîn, fikr û felsefeya azad bikin yek, li dijî vê zihniyetê û êrişên qirkirinê xwe bi rêxistin bikin û konfedrzlîma demokratîk a jinên cîhanê ava bikin û got; “Bi vî rengî em ê destkeftiyên jinan biparêzin, azadî û serkeftinê bi bi dest bixin."

′WÊ DOZA JINAN BI SER BIKEVE′

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Evîn Paşo jî silav û hezkirina xwe ji jinên pêşeng ên serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′ û ji tevahî jinên ji bo serkeftina doza jinan têdikoşin re, şandin.

Evîn diyar kir ku, doz yek e, ji lew re serkeftin û êş jî yek e. Evîn, serhildana Rojhilatê Kurdistan-Îranê wek berdewama Şoreşa 19′ê Tîrmehê ku rêya jinan ronî kir, hesiband.

Evîn anî ziman ku şoreşa îro tê jiyîn, pratîkkirina nirxdandinên Rêber Abdullah Ocalan e, ji lew re bi pêşengiya jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Îranê wê doza jinan bi ser bikeve.

′EM BI HEV RE ŞOREŞA XWE BI SER BIXIN′

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehdiye Hîlal jî Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Rêber Ocalan, jinên cîhanê û jinên Rojhilatê Kurdistanê pîroz kir.

Mehdiye got: "Em bi hêvî ne ku şoreşa xwe bi ser bixin û azadiya tevahî jinên cîhanê pêk bînin.”

′DENGÊ WE DENGÊ ME YE′

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên jî bi bîr xist ku li cîhanê û Rojhilata Navîn rewşên zehmet tên jiyîn, lê ruxmî wê jî hîna jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanê didomînin  û wiha dom kir: “Ji lew re em vê berxwedanê silav dikin û ji wan re dibêjin dengê we dengê me ye. Belê, we gelek şehîd dan, lê şoreş bi fedekariyên mezin pêk tên.”

Jiyan, berxwedan û têkoşîna jinên Rojhilat û Îranê silav kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji xaka Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em 8′ê Adarê li we pîroz dikin û dibêjin têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em li kêlek we ne û piştgiriyê didin şoreşa we ya azadiyê.”

(fr/cx)

ANHA