​​​​​​​Beşekî din ê alîkariyan gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Piştî 2 rojan ji astengkirina bendên Firqeya 4`an a hikumeta Şamê, beşekî din ê alîkariyên ku Kurdên li Rûsyayê şandibûn gihaşt taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

​​​​​​​Beşekî din ê alîkariyan gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
6 adar, 2023   15:00
HELEB

Îro 2 kamyonên din ên alîkariyên mirovî ku Kurdên li Rûsyayê şandibûn, gihaştin mexdûrên erdhejê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di bin doprêça Firqeya 4`an a hikumeta Şamê de ne.

Alîkarî 2 rojan li bendên kontrolê yên Firqeya 4'an a hikumeta Şamê hatin rawestandin û destûra derbasbûna wan a herdu taxan nedihat dayîn. Lê piştî ku karmendên konsolosxaneya Rûsyayê ya li Helebê destwerdan kir, alîkarî hatin derbaskirin.

Alîkarî li hola Starlayt a li herêma Şiqeyêf hatin danîn da ku di rojên pêş de bi rêya komîteyên alîkariyan li şêniyan bên belavkirin.

Çavkaniyên agahdar destnîşan kirine ku Kurdên li Rûsyayê alîkarî ji bo Şehbayê jî şandine û piştî ku bendên Firqeya 4`an derbas kirine ber bi Şehbayê ve tên şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Firqeya 4`an a hikumeta Şamê dorpêç daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û nahêle ku sotemenî, derman, ard û şîrê zarokan bikevin herdu taxan.

(mh/cx)

ANHA