​​​​​​​Li Reqa û Tebqayê siyaseta şerê avê ya dewleta Tirk hat şermezarkirin

Rêxistinên Civaka Sivîl û Partiya Sûriyeya Pêşerojê, bikaranîna avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve wek çekekê li dijî gelên Sûriye û Iraqê şeremzar kir û bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku Tirkiyeyê neçarî pêkanîna hevpeymanên navneteweyî bikin.

​​​​​​​Li Reqa û Tebqayê siyaseta şerê avê ya dewleta Tirk hat şermezarkirin
6 adar, 2023   14:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê û Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Reqayê li pêşiya Bendava Firatê ya li Tebqayê û Pira Nû ya Reqayê du daxuyaniyên cuda dan.

Hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê Xedîce Dawûd daxuyanî xwend, endamên yekitî û odeyên girêdayî Rêxistinên Civaka Sivîl jî beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de, girtina ava çemê Firatê ji ser Sûriyeyê wekî rêbazekî dewleta Tirk a dagirker ji bo zexta li Rêveberiya Xweser û têkbirina projeya neteweya demokratîk a li herêmê hat nirxandin û hat gotin ku dewleta Tirk bi wê yekê hevpeymanên navneteweyî yên têkildarî parvekirina para ava çeman binpê dike.

Her wiha bal li ser bandorên neyînî yên girtina avê ji ser Sûriye û Iraqê li ser çandinî û sewalvaniyê hat kişandin.

/ar/uploads/files/2023/03/06/133048_000.webp

Daxuyaniya Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê jî ji aliyê endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya partiyê Îsa Xabûr ve hat xwendin û tê de wiha hate gotin: “Li gorî hemû hevpeymanên navneteweyî, çemê Firatê çemekî navneteweyî ye û para gelê Sûriyeyê tê de heye û divê ava çemê bi awayekî adil bê parvekirin. Ev yek rastiya îdiayên rejîma Tirkiyeyê eşkere dike.”

Hat diyarkirin ku rejîma Tirkiyeyê tu biryarên navneteweyî di ber çavan re nagire û wiha dom kir: “Girtina avê sûcekî bi armancên siyasî ye. Rejîma Tirkiyeyê ava navneteweyî li pişt bendavan digire, mijara avê wekî çekekê bi kar tîne û bi wê dixwaze tevlîhevî, xizanî û birçîbûnê bealv bike.”

Di her du daxuyaniyan de siyaseta dewleta Tirk a li hember gelên Sûriye û Iraqê hat şeremzarkirin. Bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê, rêxistinên mafên mirovan û dewletên herêmî yên têkildarî mijara Sûriyeyê hat kirin ku destwerdanê bikin û Tirkiyeyê neçarî pêkanîna hevpeymanên navneteweyî bikin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yDEnLMLjrZo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>