Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî da malbata Hekem Xelo

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser sersaxî da malbata kesayetê welatparêz Hekem Xelo û bal kişand ser rola wî di parastina aştiya navxweyî û îstiqrara li herêmê de.

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî da malbata Hekem Xelo
6 adar, 2023   12:44
HESEKÊ

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser berê xwe da taxa Nasira ya bajarê Hesekê û sersaxî ji malbata Hekem Xelo re xwest ku duh ji ber krîza dil wefat kiribû.

Beşdarên merasîma sersaxiyê bal kişand ser rola Xelo ya nîştimanî di parastina aştiya navxweyî û îstiqrarê de.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman di merasîmê de wiha axivî: “Hevrê Hekem Xelo ji nav me bar kir, lê ew bi ruhê xwe hîna bi me re ye. Ew yek ji kesayetên welatparêz ên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Her wiha damezirînerekî projeya demokratîk a herêmê bû. Em sersaxiyê ji xwe û malbatê re dixwazin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis jî got: “Wefata Hekem Xelo di vê demê de ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo Rêveberiya Xweser windahiyeke mezin e. Pêwîstiya me bi kesayetên mîna wî yên ku bi şev û roj ji bo parastina destkeftiyên gelên herêmê kar dikir, heye.”

Xelo yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê (Herêma Cizîrê ya niha) ye. Her wiha yekem hevserokê Meclisa Zagonsaz a kantonê bû û beşdarî nivîsandina Hevpeymana Civakî ya kantona Cizîrê bûbû.

(cx)

ANHA