Amedspor li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin

Tîma futbolê ya Amedspor ku li deplasmana Bûrsasporê rastî êrişa nîjadperestî hatibû, li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.

Amedspor li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
6 adar, 2023   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Amedspor dawiya hefteyê çû deplasmana Bûrsasporê, lê belê êrîşên nijadperestî lê hatin kirin.

Tîma Amedsporê li Amedê vegeriya û li balafirgehê ji ailyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, parlamenterên HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Dersim Dag û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî pêşwaziyê bûn.

Girseya gel li ber zirnê govend gerand û tîma xwe bi coş pêşwazî kir. Strana “Dîren ha Diyarbekir” hat gotin û dirûşmeya “Amed bi we serbilind e” hate berzkirin.

Di vê navberê de Komeleya Alîgirên Amedsporê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku wê ti carî tawîzê nedin.