QSD: Îdiayên şehîdxistina şervanên me ne rast in

QSD`ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina 5 şervanên wan derewand.

QSD: Îdiayên şehîdxistina şervanên me ne rast in
6 adar, 2023   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker di rojên 1 û 5'ê Adarê de daxûyanî dan û îdia kirin ku di van her du rojan de 5 ṣervanên me ṣehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.”

(cx)