Li Pakîstanê teqîn: kuştî û birîndar hene

Li dijî polîsên Pakîstanê êrişa xwekujî pêk hat. Di encamê de 9 polîs hatin kuştin.

Li Pakîstanê teqîn: kuştî û birîndar hene
6 adar, 2023   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Polîsên Pakîstanê Mehmûdxan Notîzay ku ji Reutersê re axivîbû, da zanîn ku di êrişa xwekuîî ya li başûr rojavayê Pakîstanê de 9 polîs hatine kuştin, 15 polîs jî birîndar bûne.

Di Çileyê de jî di mizgefteke li çargoşeya ewlehiyê ya girêdayî polîsên Bîşawr de teqîn pêk hatibû, di encamê de 93 kes hatibûn kuştin, 170 jî birîndar bibûn.

(cx)