Rojnameyên erebî: Siyaseta hikumeta Şamê êşa sûriyeyiyan girantir dike

Rojnameyên erebî yên îro li ser nêzîkatiya hikumeta Şamê ya li karesata erdhejê û rewşa Iraqê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Siyaseta hikumeta Şamê êşa sûriyeyiyan girantir dike
6 adar, 2023   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Pisporekî malî yê sûriyeyî, hişyarî da ku siyasetên Banka Navendî ya Sûriyeyê yên girêdayî dayîna deynan, dê bibe sedem ku enflasyon zêde bibe. Pispor û şêwirmendê kar û barên bankan Amir Şuheda ji rojnameyên re diyar kir ku xuya ye Banka Navendî hewl dide enflasyonê bilind bike.

Amir Şuheda diyar kir ku heta niha siyaseta Banka Navendî ne diyar e û bi pêwîstiyên rewşa aborî re ne hevseng e. Mînak jî, ji dema erdhejê û heta niha, buha bilinid dibin. Şuheda destnîşan kir ku ji bo ku Banka Navendî miqdareke pere derxe û veguhastinên malî bikire, divê amûrekê bi kar bîne ji bo ku pereyên zêde bigire û rê li pêşiya enflasyonê û bihabûnê bigire.

Şuheda siyaseta hikumetê yên têkildarî mijûlbûna bi encamên erdhejê re, rexne kir û diyar kir ku pêvajoya heyî, bersivandina erdhejê ye, hîna derbasî pêvajoya dîtina çareseriyan û planan nebûne. Şuheda bang li hikumetê kir ku daneyên rast û dawîn ên zirar û xisarên erdhejê eşkere bike. Ji bo ku li gorî wê siyaset û pêşniyaran deynin da ku çareseriyan peyda bikin. Li gorî Şuheda li gel nebûna daneyan, pêkanîna çareseriyan ne pêkan e.”

‘SÛDANÎ XWE JI QEYDÊN SIYASÎ YÊN ÎRANÊ RIZGAR DIKE’

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Iraqê de nivîsî: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja yekşemê cara yekemîn serdana Misirê kir. Di serdanê de gelek mijarên têkildarî hevkariya Bexda-Qahîreyê hatin nîqaşkirin. Ji serdanê peyama bipêşxistina têkiliyên bi welatên Ereban re derket.

Sûdanî û şandeya pê re ji aliyê serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî û rayedarên payebilind ên Qahîreyê ve hatin pêşwazîkirin û der barê projeyên hevbeş û xebatên ku Misir dikare pê alîkariya Iraqê bike, gotûbêj hatin kirin.

Serdana Sûdanî di çarçoveya xurtkirina têkiliyên Iraqê yên li gel welatên Ereban de pêk tê, her wiha peyamek e ku dê têkiliyên Bexdayê tenê bi Tehranê re sînordar nemînin.

Bexda peyaman dide Washingtonê jî ku ew hewl dide ajandeyên eşkere û taybet ava bike û ew ne di bin serweriya Tehranê de ye.”

(şx, cx)