​​​​​​​Cenazeyê Hekem Xelo li Dirbêsiyê hat veşartin

Cenazeyê kesayetê welatparêz, endamê Meclisa Rûspiyan û hevserokê berê yê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo li gundê Çolbistan yê Dirbêsiyê hat veşartin.

​​​​​​​Cenazeyê Hekem Xelo li Dirbêsiyê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê Hekem Xelo li Dirbêsiyê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê Hekem Xelo li Dirbêsiyê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê Hekem Xelo li Dirbêsiyê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê Hekem Xelo li Dirbêsiyê hat veşartin
5 adar, 2023   19:36
HESEKÊ

Cenazeyê kesayetê welatparêz, endamê Meclisa Rûspiyan û hevserokê berê yê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo yê ku vê sibehê ji ber krîza dil wefat kir, bi merasîmekê li goristana gundê Çolbistan ê Dirbêsiyê hat veşartin.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ve bi beşdarbûna bi sedan şêniyan, di nav de endamên saziyên sivîl, meclis û desteyên Rêveberiya Xweser, hat lidarxistin.  Li navenda navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê hevseroka meclisê Edla Misto axivî û sersaxî ji malbata Xelo re xwest.

Piştre cenaze bi karwanekî ber bi gundê Çolbistan ve hat rêkirin ku cihê jidayikbûna Hekem Xelo ye.

Di merasîmê veşartina cenaze de, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb got: "Hekem Xelo yek ji kesayetên welatparêz ên navdar bû, ji bo parastina aştiya navxweyî kedeke mezin da. Hekem wekî şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar kir û rola wî di Desteya Rûspiyan de mezin bû. Em sersaxiyê ji xwe, malbata Xelo û tevahî pêkhateyên herêmê re dixwazin."

Ji Rêveberên Akademiya Civaka Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan sersaxî ji malbata Xelo re xwest û got, Hekem Xelo roleke mezin di çareserkirina pirsgirêkên civakê de list.

(bb)

ANHA