​​​​​​​MSD`ê hêz û kesayetên nîştimanî yên demokrat tîne gel hev

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Elî Rehmûn da zanîn ku lihevkirineke çêbûye ku destpêka Hezîrana bê de kongreya hêz û kesayetên nîştimanî ên demokratîk ên Sûriyeyê were lidarxistin.

​​​​​​​MSD`ê hêz û kesayetên nîştimanî yên demokrat tîne gel hev
6 adar, 2023   03:27
NAVENDA NÛÇEYAN-CUMA MIHEMED

Hemwextê ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hewldanên xwe ji bo ku hêz û kesayetên nîştimanî ên demokratîk ên Sûriyeyê li hev kom bike, behsa lidarxistina kongreyê tê kirin. MSD`ê ji van hewldanên xwe dixwaze, hemû hêz û aliyên Sûriyeyê bigihêjin lihevkirinan ku aloziya Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve bibe û rola wan hêzan di çareseriya siyasî de çalak bibe.

Der barê mijarê de endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê û endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Nîştimanî yên Demokratîk ên Sûriyeyê Elî Rehmûn anî ziman ku li ser asta Sûriyê û derveyê wê  gelek hevdîtinên şêwiriyê li dar ketin da ku kongre bê lidarxistin.

Rehmûn bi bîr xist li Ewropayê 3 kongreyên diyalogan û 6 hevdîtinên şêwiriyê li dar ketin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev xebat li Parîsê bi amadebûna komeke kesayet û nûnerên hêz û kesayetên serbixwe dest pê kir. Piştre hevdîtineke şêwiriyê li Viyaneyê, dûre Berlîn, Bochum, Stokholmê û Brukselê hatin lidarxistin. Di van hevdîtinan de ji bo lidarxistina kongreya hêz û kesayetên nîştimanî, komîteyeke amadekar hate hilbijartin. Her wiha 4 hevdîtinên şêwiriyê li paytexta Swêd Stokholmê pêk hatin. Li hundirê Sûriyê jî hevdîtinê bi beşdarbûna komeke nûnerên opozîsyonê, kesayetên nîştimanî ên demokratîk li Heleb, Reqa û Qamişloyê jî hatin lidarxistin.”

DEMA LIDARXISTINA KONGREYÊ DIYAR BÛ

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Elî Rehmûn destnîşan kir ku di hevdîtina dawîn a li Stokholmê de biyar hate girtin ku kongre di destpêka Hezîrana bê de were lidarxistin û wiha pê de çû: “Di hevdîtinên me de diyar bû ku hêzên nîştimanî yên demokrat ên Sûriyeyê belav in û tu çalakbûna wan tune ye. Ji ber wê armanca me ya sereke  komkirina van hêzan e da ku di çareseriya siyasî de bibin xwedî rol.”

Rehmûn ev li gotinên xwe zêde kir: “Wek pêvajoya yekemîn em hewl didin van hêzan li ser komeke dosyayan bînin gel. Lihevkirin ku ji bo sûriyan girîng in, da ku li gorî biryara 2254 bigihêjin çareseriya siyasî ku guhertineke demokratîk li Sûriyeyê bi beşdariya pêkhateyên siyasî û civakî mîsoger dike. Armanca me Sûriyeya pêşerojê ya demokratîk a pirreng û nenavendî pêk bînin.”

Rehmûn da zanîn ku komeke hêzan têkilî bi MSD`ê re danîn ji bo ku bigihêjin lihevkirinan û tev li van hevdîtinan bibin ta ku kongre were lidarxistin.

Têkildarî beşdariya navneteweyî Elî Rehmûn got: “Teşwîqeke navneteweyî ji bo lidarxistina van hevdîtinan hene. Hêzên çalak ên bingehîn her tim beşdarî van hevdîtinên şêwiriyê yên mîna Amerîka, Fransa, Almanya, Swîsre û Belçîkay dibinê. Di Îlona borî de hevdîtinek di parlamentoyê Ewropayê ya li Brukselê de li dar ket.”

ALIYÊN KU ASTENGIYAN LI PÊŞIYA LIDARXISTINA KONGREYÊ DERDIXIN KÎ NE?

Girêdayî aliyên ku dixwazin hewldanên lidarxistina kongreyê asteng bikin Rehmûn wiha anî ziman: “Du alî hene ku naxwazin kongre lidar keve. Ya yekemîn dewleta Tirk e û ya din rejîma Sûriyeyê ye.”

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Elî Rehmûn destnîşan kir ku xebatên wan heta lidarxistina kongreyê berdewam in  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca sûriyan bînin ba hev û Sûriyeya pêşerojê ava bibe ku mafê hemû sûriyan mîsoger dike.ʹʹ

(şx)

ANHA