​​​​​​​Belgefîlma li ser şehîd Îsam Ebdullah hat pêşandan

Belgefîma li ser rêwîtiya têkoşîna ya hevalê me Îsam Ebdullah li Dêrikê hat pêşandan.

​​​​​​​Belgefîlma li ser şehîd Îsam Ebdullah hat pêşandan
​​​​​​​Belgefîlma li ser şehîd Îsam Ebdullah hat pêşandan
​​​​​​​Belgefîlma li ser şehîd Îsam Ebdullah hat pêşandan
​​​​​​​Belgefîlma li ser şehîd Îsam Ebdullah hat pêşandan
​​​​​​​Belgefîlma li ser şehîd Îsam Ebdullah hat pêşandan
5 adar, 2023   17:43
QAMIŞLO

Piştî şehadeta nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah 19ʹê Mijdara 2022`yan di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Teqel Beqel ê Dêrikê, “Nefel Production” dest bi amadekirina belgefîlma li ser rêwîtiya têkoşîna wî kir.

Belgefîlm li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya Dêrikê hat pêşandan.

Bi dehan şêniyên navçeya Dêrikê, malbata şehîd Îsam Ebdullah, endamên Yekitiya Ragihandina Azad û nûçegihanên ajansa me di pêşandana belgefîm de amade bûn.

Destpêkê meta şehîd Îsam Fatme Ebdullah axivî û got: “Dema em dibêjin şehîd, em nikarin mafê vê gotinê bidin. Şehadet, fedakarî û berxwedan e. Şehîd Îsam mînaka têkoşînê bû. Ji ber wê ez hêvî dikin ku hevalên wî şopdarên rêya wî bin û bi pênûs û kameraya xwe şerê zihniyeta desthilatdar bikin.”

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Malva Elî jî axivî û got: “Şehîd Îsam mînaka rastî, welatparêzê, fedakariyê bû. Em şopdarên rêya wî û hemû şehîdên azadiyê ne.”

Dûre derhênerê belgefîlmê Doz Qamişlo axivî û destnîşan kir ku şehîd Îsam di oxira teşhîrkirina rastiya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Piştî axaftinan, belgefîlm hate pêşandan.

(şx)

ANHA