Polîsan êrişî çalakiya jinan a li Enqereyê kirin

Polîsên Tirk êriş birin jinên KCDP û meclisên Jinan ku li Enqereyê dirûşma “Hikumet îstifa bike” berz kirin. Polîsan bi kêmanî 5 jin bi îşkenceyê bin çav kirin.

Polîsan êrişî çalakiya jinan a li Enqereyê kirin
5 adar, 2023   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) û meclisên jinan li Kolana Sakarya ya Enqereyê hatin ba hev û pankarta “Em ê di erdhejê de mirin û kuştina jinan rawestînin” vekirin. Jinên ku daxuyaniya çapemeniyê dan, dema  dirûşmên, “Di erdhejê de mirin ne qeder e” û “Hikumet îstifa bike” berz kirin, polîsan êrişê jinan kirin û herî kêm 5 jin hatin binçavkirin.

Endama platformê Suheyla Ogûz diyar kir ku desthilatdariya siyasî li gel ku avahiyên vala hebûn, yûrdên xwendekaran vala kirin û perwerdehiyê ji pêş çavên xwe derxistin û got: “Dema ku alîgiran avahiyên rizî çêdikirin, desthilatdariya siyasî jî pergaleke perwerdehiyê ya rizî ava kirin. Em ê kesên ku me ji perwerdeyê bêpar dihêlin, têk bibin. Dema ku gel bi rojan di bin kavilan de li benda alîkariyê bûn, welatiyên me yên di bin kavilan de nehatin rizgarkirin. Kesên ku bi derfetên xwe rizgar bûn jî, kon nehat dayîn.”

Endama Platformê Tûana Gencer jî destnîşan kir ku dirûşmeyên ku li satdayuman tên berz kirin ne lêhatin e. Gencer got: “Ew dirûşme dengê kesên ku di erdhejê de hewl didan bi bêr xizmên xwe derxin e. Ji 6’ê Sibatê ve hişê me li herêma erdhejê ye. Li wir gel di bin kavilan de li benda mirinê bûn. Dema ku gel di bin kavilan de alîkarî dixwestin, jiyana xwe ji dest dan.”

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, girse dirûşmên “Hikumet îstifa bike” berz kirin. Polîsan êrişê jinan kir. Dema ku polîsan bi êşkenceyê jinan destgîr kirin, hewl dan nûçegihanên ku bûyerê dişopandin, asteng bikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 5 jin hatine destgîrkirin.