Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin

Bi boneya 8ʹê Adarê, Meclisa Jinan a PYDʹê panelek bi dirûşma "Li dijî zihniyeta desthilatdar Jin, Jiyan, Azadî" li dar xist.

Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin
Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin
Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin
Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin
Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin
Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin
Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin
Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin
Têkoşîna jinan di panelekê de hat nîqaşkirin
5 adar, 2023   16:30
QAMIŞLO

Panel li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan endamên sazî û yekitiyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb û endamên Kongra Star hat lidarxistin.

Panel ji du mijaran pêk hat û ji aliyê endama Meclisa Jinan a PYDʹê Ahîn Siwêd ve hat birêvebirin.  Berdevka Meclisa Jinan a PYDʹê Zehra Semo bi xêrhatina beşdaran kir, qala dîroka 8ʹê Adarê kir û di vê boneyê de hemû şehîdên jin bi bîr anîn.

Di panelê de sinevîzyonek li ser têkoşîna jinan hat pêşandan. Piştre endama Meclisa Jinan a PYDʹê Neîma Hesen mijara yekemîn a panelê ya bi navê "Têkoşîna jinan" şîrove kir. Neîma Hesen bal kişand ser rola jinan a rêvebirina civakê ya beriya derketina koletiyê kir û got, jin şaneya yekemîn a civakê ye ku zilm li ser wê tê kirin.

Neîma Hesen rola jinan a di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wê ya ji bo vegerandina mafên xwe detnîşan kir û got: "Çawa ku jinan di civaka xwezayî de tovên jiyanê belav kirin, îro jî ji Rojava heta Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya serhildana ʹʹjin, Jiyan, Azadî" de tovên mirovahiyê belav dikin."

Endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Ebdulxenî Oso mijara duyemîn a bi navê "Zihniyeta desthilatdar" bi rêve bir.

Oso anî ziman ku di civaka xwezayî de şeklê têkiliyên di navbera jin û mêr de dûr desthilatdariyê bû, li ser esasê edalet û wekheviyê bû û wiha domand: "Di civaka xwezayî de mêr bi nêçîr û peydakirina xwarinê ji bo malbatê ve mijûl bû. Bi nêçîrê re mêr dest bi fikirandinê kir û ji bo nêçêrê çek afirandin. Pê re aqilê tehlîlî pêşket û dest bi xapandin û hîlebaziyê kir. Mêr ciwan li derdora xwe kom dikirin û çîrokên ji xeyalên xwe diafirandin da ku civaka dayika xwendewand tune bike. Di encama vê yekê de desthilatdariya mêr a li ser jin û civakê pêş ket."

Beşdaran li ser mijarên panelê nêrînên xwe parve kirin. Piştre endama  Meclisa Jinan a PYDʹê Ahîn Siwêd encamnameya panelê xwend û got: "Em ev panel di pêvajoyeke dîrokî de li dar xist û bi rih û berxwedana jinan em 8ʹê Adarê pêşwazî dikin.  Em vê boneyê li tevahî jinên cîhan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet pîroz dikin. Em hemû dizanîn ku dîroka jinan bi fedakarî û têkoşînê tijî ye. Bi saya têkoşîna jinan şoreşa me gihiştiyê vê astê. Bi têkoşîna domar û bi hevgirtinê em dikarin civakeke azad û demokratîk ava bikin."

Ji biryarên ku di panelê de hatin girtin ev in: ʹʹJi bo belavkirina rêgeza azadiya civak û têkoşîna li hemberî şaştiyên dîrokî, zihniyeta bavikslarî, urf û adetên kevneperest kar were kirin. Girîng e rola ol û baweriyan di xurtkirina cihên jinan de were belavkirin. Divê em bibin alîgirên rastiya jinan di civakê de, ji ber ku azadiya civakê ji azadiya jinan. Divê nirxên exlaqî yên civakê werin parastin.ʹʹ

(bb)

ANHA