Li Rihayê avahiya 8 qatî hilweşiya

Li navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyeke 8 qatî hilweşiya, hat ragihandin ku kesên di bin kavilan de mane hene.

Li Rihayê avahiya 8 qatî hilweşiya
5 adar, 2023   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li taxa Şaîr Şevket a navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyeke 8 qetî hilweşiya. Her çend avahiya navborî di erdhejên 6'ê Sibatê yên li navenda Mereşê de xisareke mezin dîtibe jî, hilweşandina bi kontrol pêk nehat.

Avahiya navborî ya li hemberî Novopark AVM'ê bi serê xwe hilweşiya, ji binê kavilan welatiyekî Sûriyeyî bi birîndarî hat derxistin û rakirin nexweşxaneyê. Li avahiyê xebatên rizgarkirinê dewam dikin.