Ji ber wefata Hekem Xelo peyamên sersaxiyê hatin dayîn

Partî û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi peyaman sersaxî ji malbata endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hekem Xelo re xwest.

Ji ber wefata Hekem Xelo peyamên sersaxiyê hatin dayîn
5 adar, 2023   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesek a Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber wefata  kesayetê welatparêz, endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevserokê berê yê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo peyamên sersaxiyê weşandin.

Di peyama Partiya Kesk a Demokratîk de hate gotin: "Bi êş û xemgînî me agahiya wefata mamoste û hevrê Hekem Xelo yê ji malbateke welatparêz e bihîst. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbata Xelo, hevalên wî û gelê me yê têkoşer re dixwazin. Em soz didin ku em xeta têkoşînê berdewam bikin heta ku armancên xwe yên hevbeş ên ku em ji bo tê dikoşin bighînin serî. Xweda bi diloviya xwe ya fireh wî şand bike û cihê wî bike bihuşt. Her wiha sebir û aramiyê bide malbata wî, me û hevreyên wî."

Peyama PYDʹê jî wiha ye: "Me bi xemgînî nûçeya wefata kesayetê welatparêz, endamê Meclisa Rêveber a Desteya Rûspiyan û Hevserokê berê yê Meclisa Qamûnsaz a Herêma endazyar Hekem Xelo bihîst.

Em di Meclisa Giştî ya PYDʹê de ji ber vê windahiya bi êş sersaxiyê ji xwe, malbata Xelo û hevalên wî re dixwazin. Em ji xweda hêvî dikin ku wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî bike bihuşt. Her wiha ji xweda dixwazin û sebirê bide malbata wî."

Di peyama TEV-DEMʹê de hate gotin: "Endazyar Hekem Xelo ji malbateke welatparêz e ku xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna di nava Rizgariya Kurdistanê de ye. Hekem Xelo ji kesayetên civakî ye ku rola wî di xurtkirina têkiliyan di navbera eşîrên herêma Cizîrê de girîng û sereke bû. Ji ber vê êşa giran em sersaxiyê ji malbata welatparêz, gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin."

(bb)

ANHA