Jinan dijî jehrîkirina xwendekarên jin ên Îranê bertek nîşan da

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jehrîkirina xwendekarên jin li Îranê şermezar kir û bang li WHO′yê kir ku ji bo lêpirsînê û hesabprisîna ji berpirsan mekanîzmeyeke serbixwe ava bike.

Jinan dijî jehrîkirina xwendekarên jin ên Îranê bertek nîşan da
5 adar, 2023   12:34
TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan Zenûbiya têkildarî jehrîkirina xwendekarên jin li Îranê li pêş navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi beşdariya endamên rêveber, saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Hefnî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li gel berdewamkirina xwepêşandanên li Îranê, rejîma desthilatdar bêyî ku mijarên exlaqî û mirovî di berçavan re bigire hedefgirtina jinan li her deverê dewam dike. Bi sedan xwendekarên keç bi hin gazan hatin jehrîkirin.

Bûyerên jehrîkirinê li zêdetirî 30 bidistanan pêk hatin. Desthilata Îranê îdia kir ku hin komên tundraw û radîkal li pişt van bûyeran in. Lê daneyên tên parvekirin derewên dewletê eşkere dikin. Heta niha dewletê lêpirsînên cidî nedane destpêkirin û tu sûcdar radestî dadgehê nekirine.

Îdiaya hikumeta Tehranê dûrî kiryarên wê ye û tê teqezkirin ku sedema yekemîn a vê sûcê beşdarbûna xwendekaran di serhildana li dijî siyasetên hikumetê ye. Ev hewldana hovane ji vemirandina çirûska şoreşê ye.

Divê cîhan li hember van kiryaran bisekine û piştgiriyê bide gelê Îranê yê ku rojane rastî binpêkirinên hovane tê.

Em hovîtiya li dijî jinên Îranê û gelê Îranê şermezar dikin. Em bang li hêzên navneteweyî û Rêxistina Tendurdistiyê ya Cîhanê (WHO) dikin ku bi lez bikeve tevgerê û ji bo lêpirsînkirina binpêkirin û sûcên hikumeta Îranê û darizandina berpirsan, mekanîzmayeke serbixwe ava bike.

(fr/cx)

ANHA